Pervîn Bûldan: Jin wê encama hilbijartinê diyar bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Konferansa Jinan a HDK’ê de got, “Em ê bi vîn û hêza 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê, bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin. Jin wê encama hilbijartinê diyar bikin.”

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Konferansa xwe ya Jinan a Giştî ya Serdema 12’emîn bi dirûşmeya “Serhildana me li dijî serweriya mêr e, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e. Jin jiyan azadî” li Eywana Dawetê ya Labella ya li Stenbolê li dar xist. Li eywanê pankartên "Jin jiyana azadî" , "Wê jiyana nû têkoşîna jinê ava bike" , "Têkoşîna jinê nikare bê darizandin" hatin daliqandin.

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên Elewî û gelek nûnerên rêxistinan ên jin tev li konferansê bûn. Konferansê bi axaftina Berdevka HDK'ê Esengul Demîr dest pê kir.

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ EM Ê JIYANÊ AZAD BIKIN’

Konferans bi hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Jin bi çar zimanên cuda hatin silavkirin. Piştî hilbijartina dîwanê Çîlem Kuçukkeleş li ser navê dîwanê axivî û diyar kir ku HDK li dijî pergala heyî xeta têkoşîna ava dike û got: "HDK’ê îfadekirina heqîqetê ye. HDK’ê mezinkirina civakê didomîne. Li dijî tecrîdê em ê jiyanê azad bikin."

Piştî axaftina dîwanê ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin.

'JIN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST Û NIJADPEREST LI BER XWE DIDIN’

Pişt re Berdevka HDK'ê Esengul Demîr, jinên li Rojava, Rojhilat, Îran, Efganîstanê li ber xwe didin silav kir û got: "Jin li dijî êrîşên faşîst û nîjadperest li ber xwe didin. Jin di nava lêgerînê de ne ku ji vê tengasiyê derkevin. Li Efganîstanê jinan mirin dan ber çavan û derketin kolanan. Li Îranê bi serhildana Jîna Emînî jin bi daxwaza azadiyê daketin qadan. Li Rojava jinan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin dan. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî bloka AKP-MHP'ê têdikoşin."

Esengul Demîr da zanîn ku, desthilatdar siyaseta şer a li dijî Kurdan didomîne û bêdengiyê li ser civakê ferz dike û wiha dewam kir: "Her çiqas bi gotinên nefretê bixwazin me hepis bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. AKP-MHP’ê di çarçoveya siyaseta şer de tundiyê li jinê dike. Em ê li dijî siyaseta şer bêdeng nemînin."

'HDK’Ê LI DIJÎ FAŞÎZMÊ Û YEKPERESTIYÊ ALTERNATÎFEKE BI HÊZ E’

Esengul Demîr bi lêv kir ku polîtîkayên şer ji qetilkirina Îpek Er, windakirina Gulistan Dokû, êrîşa li xebatkarên çapemeniyê diyar e û got: "Ji bo bloka faşîst a AKP'ê û MHP'ê here, divê em hilbijartinê baş binirxînin. Jin qanûnên li wan tên ferzkirin qebûl nakin. Ji bo em jiyaneke nû ava bikin pêdiviya me bi tifaqan û piştevaniyê heye."

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û got: "HDK’ê jinan di bin banê xwe de kom dike û xwediyê roleke girîng e. HDK’ê li dijî faşîzmê, yekperestiyê alternatîfeke bi hêz e. Jinên îro tev li konferansê bûne hêzeke mezin ji HDP'ê ya partiya jinê ye werdigirin. HDP’ê wê bi vê hêzê rêya xwe bidomîne. Berî 12 salan bi dirûşmeya rêwitiya ber bi hêviyê ve em ketin rê û îro em bi HDK'ê re ewqas rê hatin. Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê elbet di ferqa vê meşa mezin a jinê de ye. Loma me dît ku çawa li dijî jinê şer dikin."

'TUNDIYA LI SER JINÊ POLÎTÎK E’

Bûldan destnîşan kir ku, polîtîkayên dewletê dibe sedema qetilkirina jinê û wiha domand, "Jin hemû bi gefxwarina daraza qesrê re rû bi rû dimînin. Em dizanin tundiya li ser jinê polîtîk e. Gelek hevrêyên me yên jin ên têkoşîna azadiyê didomînin di girtîgehan de ne. Koçberiyê li ser jinan ferz dikin. Bi taybetî jî tundiyê li ser jinên Kurd dikin. Me wekî jin li berxwe da û em bi ser ketin. Em ê vê serketinê bidomînin."

'EM BI HEV RE TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'

Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser sala 2022'yan û ev tişt got, "Sala 2022'yan bû sala berxwedan û têkoşînê. Jin bêyî ku paşve gav biavêjin peyama domandina têkoşînê dan. Em wek jin em ê li ser rêya heqîqetê bimeşin, lêgerîna xwe ya edaletê û têkoşîna xwe bidomînin. Jin wê li dijî bêhiqûqiyê nobeta xwe ya edaletê, li dijî şer nobeta xwe ya aştiyê, li dijî tecrîdê nobeta xwe ya hiqûq û edaletê bi israr bidomînin. Heta tecrîd were şikandin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Sala 2023'yan wê ji bo jinan bibe sala mezinkirina têkoşînê, sala bidestxistina destkeftiyên hevpar."

'JIN WÊ ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN'

Bûldan anî ziman ku hilbijartin ne tenê hilbijartina serokkomariyê ye û wiha axivî, “Divê wisa neyê nirxandin. Hilbijartineke dîrokî ye. Encamên hilbijartinê wê ji hêla jinan ve bê diyarkirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar û tecrûbeyên xwe yên hevpar hilbijartinê bikin, ev dem hatiye. Me sekna xwe ya demokratîk ya hilbijartinê salek û nîv beriya niha bi belgenameya xwe eşkera kiribû. Me Tifaqa Azadî û Kedê û Tifaqa Kurd ava kiribû. Em ê wan tifaqan mezin bikin. Hilbijartina sala 2023'yan firsendeke dîrokî ye. Em wek HDP'ê berpirsiyariya xwe dizanin û ji ber vê yekê jî em ê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cih. Navê têkoşîna me Rêya 3'yemîn e. Em dibêjin demek nû û sedsaleke nû. Em ê bi vê îdiayê heta hilbijartin û piştî hilbijartinê jî bimeşin."

'EM Ê PERGALEKE KU JIN XWEDÎ MAF BE AVA BIKIN'

Bûldan destnîşan kir ku, bi siyaseta desthilatdariya serdest a mêr guherîneke demokratîk pêk nayê û got, "Jin hêza sazkirina pergala demokratîk e. Jin wê biguherîne û veguherîne. Em divê bi bawer bin, rêxistinbûnê mezin bikin û têkoşîna hevpar pêş bixin. Ji bo em bibin dengê hemû jinan divê em bêtir bimeşin. Jinên hilberînê dikin, jinên li ber xwe didin, jinên ku jiyaneke nû diafirînin, jinên ku ji bo mafê wekhev têdikoşin xwedî îradeyeke mezin in. Em ê niha bi vê îradeyê di nav HDP'ê de û di nav Tifaqa Azadî û Kedê de bi gelê xwe re bin. Ev hilbijartin ya me ye. Em ê ne di nav beg û mêran de, em ê pergala ku jin xwedî mafê gotinê be, xwedî mafê hevpar be ava bikin."

'JI BO SERKETINA JINAN DÎROKA 14’Ê GULANÊ GIRÎNG E’

Pervîn Bûldan da zanîn ku, di 14'ê Gulanê de jin wê bi ser kevin û wiha berdewam kir: "Em ê bi vîn û hêza 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê, bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin. Em ê dawî li desthilatdariya mêran binîn. Ji ber vê jî ji bo serkeftina jinan dîroka 14'ê Gulanê girîng e. Em ê li her gund, mal û herêmê, li xanî, kargehan bi hev re bi heman dilî têbikoşin. Em carek din dibêjin ev sedsal wê bibe sedsala jinê. Em hêza xwe  û motîvasyona xwe ji dirûşma 'Jin, jiyan, azadî’ digirin. Em wisa bi rê ketin, wisa mezin bûn, wisa li ber xwe didin û em pêş ketin. Em ê bi gotina azadiyê teqez azadiyê bi dest bixin."

'EM Ê LI DIJÎ ZILM, ÎSTÎSMAR Û ŞER BÊDENG NEMÎNIN’

Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî di konferansê de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Şerek tê meşandin û di vê şerî de jinên Kurdistanê û Rojava bi bandor dibin. Em dibînin ku polîtîkayên şer li ser jinê tê meşandin. Li hemberî şer, îstîsmar û zilmê em jin bêdeng namînin, natirsin, guh nadin. Her ku hevrêyek jin rastî zilmê hat em li wir bûn û em ê her hebin. Ez îro Sakîne û Sêvêyan ji vir bi bîr tînim. Em ê weke jin teqez bi ser kevin. Em ê cîhanek wekhev û azad ava bikin."

'DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN Û DAKEVIN QADAN’

Berdevka Platforama Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû jî diyar kir ku, ji bo rêxistinkirina civakî HDK’ê girîng e û wiha got, “Em dibêjin tenê bi temaşekirinê em bi ser nakevin. Divê em xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin, dakevin qadan."

'TECRÎD BELAVÎ TEVAHIYA WELAT BÛYE'

Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu destnîşan kir ku, hilbijartineke girîng li pêş e û wiha domand: "Niha li Îran û Rojhilat bi dirûşma 'jin jiyan azadî' şoreşek pêk tê. Teqez em ê weke jin di sala 2023'yan de bi ser kevin. Em di vê baweriyê de ne. Her wiha 24 sal in li hemberî rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdek heye û 22 sal in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tecrîd belavî tevahiya welat bûye. Niha li girtîgehan tundiyeke mezin heye. Name hatine qedexekirin, kaxizên rengîn hatine qedexekirin. Dixwazî biçî hevdîtinê bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' tê astengkirin. Ev dema pêşiya me wê bibe dema berxwedanê. Ji ber vê sedemê jî jin, LGBTÎ+, li dijî faşîzma AKP'ê û MHP'ê serî natewîne û bêdeng namîne û serhildana xwe didomîne."

'EM Ê LI DIJÎ MOBÎNG Û MÊTINGERIYA MÊR LI SER PIYAN BIN’

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jinên li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got: "Em ê îro behsa serkeftinên xwe yên ji Rojava heta Efganîstanê ji Efganîstanê heta Tirkiyeyê bikin. Em ê bi hev re têbikoşin. Em dixwazin jin bên parastin, ne malbat. Li dijî AKP-MHP'a faşîst em ê hêza xwe bikin yek. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî mobîng û mêtingeriya mêr li ser piyan bin. Em ê bi têkoşîna xwe mohra xwe li binê sala 2023'yan bixin."

'PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ ÇEKA ME YA HERÎ BI HÊZ E'

Ji Emerîkayê Pêkhatina Radical Women Helen Gilbert peyama xwe ji konferansê re şand û got:"Radical Women ji Emerîkayê we silav dike. Di dema raperîn û zextê de piştevaniya navneteweyî çeka me ya herî bi hêz e. Jin dema rabin ser piya her kes bi wan radibin. Ez hêvî dikim ku fersendên xebata bi hev re bên avakirin."

Konferansê bi sernavên pêvajoya siyasî, rêxistinbûyinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.