Rêxistinên jinan ên navneteweyî di bernameya ‘Jin jiyan azadî’ de hatin ba hev

Di bernameya ku ji aliyê rêxistinên jinan ên navneteweyî ve li Londonê hat lidarxistin de, îşaret pê hat kirin ku serhildana bi qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kiriye, bi şiara “Jin jiyan azadî” bandor li hemû dinyayê kiriye.

Rêxistina Zerdeşt a Cîhanê, Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinan a Îranê û Tevgera Piştevaniya Navneteweyî, bi şiara “Jin jiyan azadî” bernameyek li Marylebone Theatre a li Londonê li dar xist.

Bername bi armanca piştevaniya bi berxwedana li îranê re û axaftina li ser berxwedana jinan, hat lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de pêşangeha wêneyan a girtiya polîtîk a kevin a Îranî, nivîskar û wênesaz Nesrîn Perwaz jî hat danîn.

Rêxistinên jinan, aktîvîsta mafparêz Maryam Namazîe, nivîskar Rahîla Gupta, damezirînera Rêxistina Mafê Jinan a Îranê û ya Kurd Dîana Nammî, Seroka Rêxistina Zerdeşt a Cîhanî Nammî Zerbanû Gîfford, Nivîskar û Serokê Koalîsyona Nivîskarên li Sirgûnê û li Dijî Şîdetê ya Navneteweyî Ruhî Şafî, Akademîsyen Sara Kermanyan, berdevka Kampanya Azadkirin Girtiyên Siyasî yên li Îranê Şîva Mehbûbî, Nivîskar û Wênesaz Nesrîn Perwaz û gelek nivîskar û akademîsyen tev li bernameyê bûn.

Di bernameyê de hat diyarkirin ku serhildana piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û belavê seranserê cîhanê bûye, bandor li hemû cîhanê kiriye. Îşaret pê hat kirin ku ev serhildan û berxwedan bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bi teşe bûye û dirûşme li hemû cîhanê bûyer sembola azadî û serhildanê.

Kesên axivîn, axaftinên xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî kir. Rêxistinên jinan diyar kir ku dewleta Îranê bi sedan kes qetil kirin û bi hezaran kes birîndar kirin û bal kişand ser wê yekê girtiyên li Îranê tên êşkencekirin û gef li wan tên xwarin, divê hêzên navneteweyî dengê xwe ji dewleta Îranê re bikin û dengê xwe ji tiştên li Îranê diqewimin re bikin.

Hunermendên Kurd Tara Jaff û Sûna Alan û Fra Rustomjî û Farî Bradley derketin ser dikê. Li piyano û kemanê hat xistin, jinan li ber stranên Kurdî yên Sûna Alanê govend girt.