Ji Girtîgeha Evînê 7 girtiyên jin name şandin

7 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nameyek nivîsandin û bal kişandin ser çalakvanên jîngehparêz, girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û jinên din ên bi mehan rastî êşkenceyên giran ên fizîkî hatin.

Nêrgiz Mihemedî, Spîde Qulyan, Eliye Mutelîb Zade, Hestî Emîrî, Nuşîn Cehferî, Behare Hîdayet û Reha Eskerî Zade ku li Îranê girtî ne, bi nameyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li xwepêşandêran hatiye birîn kirin. Di nameyê de her wiha bal hat kişandin ser zextên li girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan.

Di nameyekê de pêkanîna cezayê darvekirinê, weke binpêkirina mafê mirovan ê li Îranê herî dijwar tê pênasekirin û tê gotin ku beşek ji jinên girtiyên siyasî timî dibin gefa pêkanîna cezayê darvekirinê de ne.

Di nameye de işaret bi dosya Spîde Kaşanî û Nîlufer Biyanî kirine ku ji derveyî êşkence û xistina di hucreyên yek kesî de, gelek caran gefa darvekirinê li wan hatiye kirin.

Di nameyê de, tê gotin ku li hucreyên yek kesî dîmenên çawaniya darvekirinê nîşanî hin girtiyên siyasî dane.

Her wiha tê gotin ku Miryem Hacî Hisên, Mehweş Şehiryarî û Ferîba Kemal Abadî ku çend caran hewldane bi sûcariya’ Xeribiya li ser erdê’ werin cezakirin timî gefa darvekirinê li wan tê kirin.

Di nameyê de têkildarî girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan jî tê kirin û tê gotin ku tevî êşkeceya zêde ya ji ber sûcdariya “tevlîbûna çalakiyên çekdarî” jî Celaliyan li ber xwe daye û mikurhatiya neçarî nepejirandiye.

Her wiha qala jina şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhûlî ku di sala 2010’an hatî darvekirin jî tê kirin.

Van 7 girtiyên siyasî di dawiya nameya xwe de, li gel bertek û kîna xwe ya li hemberî pêkanîna cezayên darvekirinê û gefxwarina birîna vî cezayê anîne ziman û bang li raya giştî kirine ku li hemberî birîna vî cezayî li ser xwepêşanderên hatine girtin bibin xwedî helwest û bêdeng nebin.