Li Efganistanê jin bêyî mêr wê nikaribin biçin ser kar

Talîbanê qedexe û zordariya li ser jinan didomîne. Jinên ku li Kandaharê di beşên tenduristî û perwerdeyê de dixebitin, bêyî xizmekî mêr destûr nayê dayîn ku biçin ser kar.

Li Efganistanê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de dest daniye ser desthilatdariyê û vir ve, gelek qedexe li jinan hatin sepandin. Talîban ê ku herî dawî deriyên zanîngehan ji jinan re girtibû, ferman da ku xwendekarên jin ji bo ezmûna ketina zanîngehê ya ku wê meha were bê kirin, neyên qebûlkirin. Niha jî rayedarên Talîbanê ragihandin ku divê jinên li Kandaharê ya li başûrê Efganistanê di beşên tenduristî û perwerdeyê de dixebitin, bêyî xizmekî mêr neçin kar.

BÊYÎ MÊR DESTÛR NAYÊ DAYÎN BIÇIN SER KAR

Li Efganistanê ji bilî qada perwerde û hîndekariyê, jinên di saziyên sivîl, çapemenî û hwd. de dixebitin, bêyî xizmekî mêr destûr nayê dayîn biçin ser kar. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rêveberiya koma Talîbanê ya li Kandaharê ji midûriyetên perwerde û tenduristiyê yên parêzgeha Bahmanê xwest ku pêşî li hatina jinên ku bêyî xizmekî mêr tên van dezgehan bigirin.

Ev duyemîn fermana qedexekirinê ye ku Talîbanê li dijî jinan di hefteya borî de derxistiye. Çend roj berê Talîbanê ezmûna ketina zanîngehan li jinan qedexe kiribû û hatibû ragihandin ku wê qeydên jinan li zanîngehên taybet yan jî yên fermî neyên kirin.