Li Îranê 67 xwendekarên jin jehrî bûn

67 xwendekarên jin ên ku li zanîngeha Seyyîd Jamaleddîn Esadabad a bajarê Hemedanê yê Îranê dixwendin, li wargeha zanîngehê jehrî bûn.

Îro ji 175 xwendekarên jin ên ku li zanîngeha Seyyîd Jamaluddîn Esadabad a bajarê Hemdanê yê Îranê dixwînin, herî kêm 67 jin bi jehrî bûn û rakiribûn nexweşxaneyê. Xwendekar piştî dermankirina li nexweşxaneyê bi çend saetan hatin derxistin.

Li gorî nûçeya JÎNHA’yê hat zanîn ku, ji ber sobeyên gazê xwendekar bi jehrî bûne. Gelek xwendekarên jin ên di wargehê de dimînin, ji ber ku sobe rast nehatine danîn, bi gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn.

Beriya niha jî li dibistana Farzanjan ê bajarê Erdebîlê herî kêm 70 mamoste û xwendekar ji ber gaza ku derketibû jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar dibêjin, ji ber ku tedbîr nehatiye girtin, ev bûyer dubare dibin.