Rojnamevan Rojîn Altay hat destgîrkirin

Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Rojîn Altay li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat destgîrkirin.

Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam (Jiyan Nû) Rojîn Altay dema ku xwest ji Balafirgeha Sabîha Gokçen biçe Amedê, hat destgîrkirin.

Parêzer Sercan Korkmaz bi telefonê li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ya li Cadeya Vatanê geriya û xwest ku bi Rojîn Altay re hevdîtinê bike. Lê ji parêzer Sercan Korkmaz re hat gotin ku di derbarê wê de, 24 saetan biryara astengiya hevdîtinê heye. Têkildarî hinceta girtinê jî tu agahî nehatin dayîn.