KCDP: Meha Çileyê li Tirkiyeyê 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Li gorî rapora Çile ya KCDP’ê, li Tirkiyeyê 31 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Platforma 'Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP)' rapora xwe ya meha Çile ya ku ji serlêdanên ku ji wan re hatine kirin û nûçeyên di çapemeniyê de yên der barê kuştina jinan de amade kiriye eşkere kir.

Li gorî vê yekê, meha Çileyê li Tirkiyeyê 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 25 jinan wek gumanbar hat qeydkirin.

Ji sedî 35’ê jinan ji aliyê hevjînê xwe ve hatine qetilkirin. Ji 31 jinên hatin qetilkirin, 12 ji ber ku dixwestin bên berdan û biryara jiyana xwe bi xwe bidin hatin qetilkirin. Hincet hê jî eynî bûn. 

Li gorî raporê, ji van jinan 20 li malê, 6 jin li kolanan, yek li zeviyê, yek li dibistana zarokên xwe û 2 jî li derdora mala xwe hatine qetilkirin.