Li Herêma Kurdistanê 44 jin hat qetilkirin

Li gorî rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan di sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin.

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan bîlançoya şîdetê ya sala 2022’an eşkere kir.

Rêvebera Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan Fînik Şefîq di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2022’yan de 15 hezar û 8957 dosyayên şîdeta malbatî li saziya wan hatiye tomarkirin ku ji vane 15 hezar û 160 şîdeta li hemberî jinan bû  û 459 jî dosyayên taybet ên malbatan bûn.

Li gorî bîlançoyê heta niha 4 hezar û 946 dosya tên lêkolînkirin û 8 hezar û 643 dosya hatine çaresekirin û ji vane 2 hezar û 605 ji bo dadgehê hatine şandin.

Bîlançoya şîdeta 2022’an wiha ye:

Şîdeta fîzîkî (lêdan) 3 hezar û 515

Şerkirin, 3 hezar û 403

Gefxwarin û tacîza jinan, 2 hezar û 609

Nesadiqbûna zewacê, 539 bûyer

Şîdeta devkî, 420

Xapandin, 267 bûyer

Ji malderxistina jinan, 432 bûyer

Fînik Şefîq eşker e kir ku par 2 hezar û 555 jinan serî li Navenda Şêwirmendiya Malbatî dane û ji 7 hezar çalakiyên hişyariya li baramberî şîdetê hatine kirin.

Fînik Şefîq destnîşan kir ku ji ber şîdetê biryara girtina 4 hezar û 437 kesan hebû ku 3 hezar û 561 bikerên şîdetê hatine girtin.

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.