YJK-E: Em di 28’ê Çileyê li Kolnê bicivin

YJK-E’ê bang li hemû jinan kir ku di 28’ê Çileyê de li bajarê Kolnê beşdarî meşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî got: “Em dizanin li hemberî berxwedana jinê zext, tundî û desteserkirina mafan ku tê xwestin li seranserê cîhanê were pêşxistin, parçeyek ji polîtîkayên sîstemê ye. Polîtîkayên qetilkirina jinan, tundiya jinan û dûrxistina jinê ji qada civakî, ji ber ku hêzên desthilatdar li hemberî jînê şer daye destpêkirin, didomin.”

‘BERXWEDANA JINÊ GERDÛNÎ DIBE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilat bi pêşengiya jinan dest pê kir, 5 meh in didome. Têvî bi hezaran girtin, zext û darvekirinan berxwedana gelê Rojhilat û Îranê li hemberî pêkanînên antîdemokratîk yên rejîma Molayê serhildanê mezintir dike.

Serhildana jinên Rojhilat a li hemberî sîstemê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gerdûnî kir û nefes û kelecaneke nû da têkoşîna jinan. Em jinên Kurd berxwedana jinên ku li seranserê cîhanê tên çewisandin, cuda kirin û kolekirin mîna duh îro jî weke berxwedana xwe dibînin.

Ji ber vê yekê em ê di 28’ê Çileya 2023’an de li Kolnê li dijî pêkanînên dij mirovahiyê yên li Rojhilat ji bo mezinkirina piştgiriyê dirûşmeya xwe di meşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li kolanan berz bikin. Em bang li hemû rêhevalên xwe yên jin û gelê xwe dikin ku bi me re bibin yek.”