JIN
Hemû Nûçe
-
'Divê jin di roja kombûna mezin de semaha azadiyê bigerînin'
Endama Meclîsa PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Divê çanda berxwedanê ya Elewî ya Dêrsimê were jîndarkirin. Jinên Kurd ên Elewî yên Mereş, Meletî, Sêwas, Dîlok û her devera Kurdistanê dijîn, pêwîste xwedî li vê berxwedanê derkevin." -
Jin ji bo 8’ê Adarê li qadan in
Bi hezaran kes tevlî mîtîngên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yên li Mûş, Îdîr û navçeyên wan pêk hatin bûn. -
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên Wanê hatin taloqkirin
Hevserokatiya DBP’ya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku dihat payin sibe pêk bên, taloqî 7’ê Adarê kir. -
Jinên Şengalî yekem car 8’ê Adarê li Amedê pîroz kirin
Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Qada Jiyanê ya Fîdanlikê ya ku penaberên Êzidî yên ji Şengalê têde dimînin, pîroz kir. -
Jinan kart û pirtûk ji jinên girtîgehê re şandin
Jinên li Şaredariya Yenîşehîr dixebitin, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Postaxaneta Ofîs ji bo kart û pirtûkan ji jinên girtî re bişînin kom bûn. -
Ji bo mîtînga Mehserê bangawazî hat kirin
Bi munesebeta 8’ê Adarê bi tevlîbûna Hevserokê DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî, Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP’ê ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û banga tevlîbûna mîtînga yekem a gundê Mehserê hat kirin. -
Ji bo jinên girtî pirtûk hatin şandin
Xebatkarên Jin ên Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de ji Postaxaneya Ofîsê ji bo girtiyên jin kart û pirtûkan bişînin hatin cem hev. -
Yekîtiya Star bernameya 8'ê Adarê diyar kir
Endamên Yekîtiya Star, bi civînekê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê diyar kir û bang li jinan kir ku bi ruhê Arînan beşdarî çalakiyan bibin. -
Li Hannoverê têkoşîna jinên Kurd hat nîqaşkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Kurd a Ronahî, Courage, MLPD’ê paneleke bi mijara ‘Ji Şengalê heta Kobanê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û rola wan a di rêveberiya herêmî de’ pêk anî. -
KJK’ê bang li jinên cîhanê kir ku tevlî ‘Meşa Jinan a Cîhanê bibin’
KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da, bang li hemû jinan kir ku tevlî Meşa Jinan a Cîhanê ya ku starta wê îsal li Bakurê Kurdistanê bê dayîn bibin. -
Nexweşiyek global: Şîdeta li dijî jinê
Ruhê mirovan di nava du cureyan de hatiye parvekirin. Yek mêr, a din jin. Jin, jiyan û hestan temsîl dike. Wisa ye ku ‘Eger di kesekî de jin kêm be, pêre hezkirin jî kêm dibe'. -
Li Londonê pîrozbahiyên 8'ê Adarê
Li Londonê 8'ê Adarê wê hefteyekê bi çalakiyan were pîrozkirin. Çalakiyên di 1'ê Adarê de bi meşê destpê kirin, wê bi nîşandana fîlm, meşa jinan a navendî û panelan dewam dike. -
Jin wê ji Silêmanî heta Şengalê bimeşin
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ku li Başûrê Kurdistanê xebatê dimeşîne, bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Rêxistinê da zanîn ku ew ê meşeke dirêj a ji Silêmanî heta Şengalê bimeşin. -
Şervana YPJ’ê Mizgîn ji aliyê hezaran ve hate birêkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan a ku li gundê Bexdikê yê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dar li navçeya Dihê ya Sêrtê hate definkirin. -
8'ê Adarê li Bonnê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Elmanya Bonnê şevek hat lidarxistin. -
Li Wanê çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Li navçeyên Wan Elbak û Payîzavayê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin. -
Platforma Jinê ya Dêrsimê ji girtiyên jin re qert şand
Jinên Dêrsimî, ji girtiyên jin re bi wesîleya 8'ê Adarê qert şandin. Hevseroka ÎHD'ê ya Dêrsimê Parêzer Bîlgîn xwest, girtiya nexweş Nûray Atmaca tavilê bê tedawîkirin. -
YDK: Di hilbijartinan de em destekê didin HDP'ê
Rêxistinbûyîna Yenî Demokrat Kadin (YDK) da xuyakirin ku di 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û di nava meclîsên HDP'ê yên jinê de tevlî kar bibin. YDK got, "Gelo bend dikarin li ber piştevaniya jinê bisekine?" -
'Pêwîstiya jinê ji her demê bêhtir bi hêzên parastina cewherî heye'
Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd destnîşan kir, ku di salvegera 158. a 8'ê Adarê de jin li her devera cîhanê li hemberî sîstema ji mejiyê mêr, li ber xwe didin. -
Ji bo pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye’ serlêdan didomin
Serlêdanên ji bo 4. pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye’ ku ji aliyê Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara ve tê organîzekirin didomin. -
Li Mêrsînê bi hezaran ji bi coşa 8'ê Adarê li hev kom bûn
Yuksekdag di mîtînga jinan bi dirûşma “Jin bi Serhildana jinên hatine qetilkirin û coşa Kobanê qadan in” li Mêrsînê pêk hat de axivî û diyar kir ku jin wê zilamên ku bûne koleyên hişmendiya desthilat jî azad bikin. -
Li Dêrsimê panela 8’ê Adarê
Panel bi beşdariya Endama MP’ya ESP’ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê Munevver Îltemur, Doç. Dr. Nîlgun Tunçcan Ognan û nivîskar Esra Çîftçî pêk hat. -
Starta 8'ê Adarê li Cizîrê hat dayîn
Starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê, li Cizîrê bi meşeke bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedana jinên Kobanê xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin" hat dayîn. -
Ronahî: Divê em her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Ronahî da xuyakirin, ku girîng e jinên Kurd xwe bi perspektîfa jiyana azad û neteweya demokratîk birêxistin bikin û her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn. -
YPJ: Heta sîstema azadîparêziya jinê şîn bibe em ê li ber xwe bidin
Şervanên YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê di mewziyên herî pêş de şer dikin destnîşan kirin, ku ew hêza xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd digirin.