Li Mêrsînê bi hezaran ji bi coşa 8'ê Adarê li hev kom bûn

Yuksekdag di mîtînga jinan bi dirûşma “Jin bi Serhildana jinên hatine qetilkirin û coşa Kobanê qadan in” li Mêrsînê pêk hat de axivî û diyar kir ku jin wê zilamên ku bûne koleyên hişmendiya desthilat jî azad bikin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga jinan bi dirûşma “Jin bi Serhildana jinên hatine qetilkirin û coşa Kobanê qadan in” li Mêrsînê pêk hat de axivî û diyar kir ku jin wê zilamên ku bûne koleyên hişmendiya desthilat jî azad bikin.

Li Mêrsînê bi hezaran jin di mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin cem hev. Serê sibê gelek jin li Forum Havuzbaşi hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Jinan pankratên "Li hemberî komkujiyên jinan em di şînê de na di îsyanê de ne, heya jin azad dibin em li qadan in", "Ev jiyan a me ye! jiyana me wê bi rengên me azad bin", "Em tenê nîn in bi rêxistin in", "Cînayetên jinan polîtîk in! Bijî têkoşîna jinan" hatin vekirin û dowîzên "Dewleta T.C.wiz", "Hûn bûn wezîr lê tenê ew lê mêze kir", "Ji zarok nabe bûk" û "Di fitrata jinê de 'şer' heye" û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Ozgecan Aslan, Kadar Ortakaya û Sîbel Bulut hilgirtin.

Di meşê de dirûşmên "Jin jîyan azadi", "Zilam lê dide dewlet diparêze", "Bijî têkoşîna me ya rêxistînî", "Bijî berxwedana YPJ' e", "Em di şînê de na di îsyanê de ne" û "Em namûsa ti kesî nîn in" hatin berzkirin. Ligel hezaran jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan tevlî meşê bûn. Piştî meşê mîtîngê destpê kir û di mîtînga girseyî ya jinan de stranên Kurdî, Tirkî û Erebî hatin gotin.

AYDOGAN: EM Ê RUHÊ JINÊN LI KOBANÊ TÊDIKOŞIN TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan di mîtîngê de axivî û coşa jinan silav kir û diyar kir ku 8’ê Adarê cuda ye û got: “Me bi berxwedana jinan a li kobanê dît ku têkoşîna azadiya jinan dikare çi biafirîne. Em ê bi ruhê jinên ku li Kobanê têdikoşin, têkoşîna xwe berdewam bikin.”

YUKSEKDAG: TI NIYETA DESTHILATIYA SIYASÎ TINE YE KU TUNDIYA ZILAMAN RAWESTÎNE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi silavkirina jinan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku desthilatiya siyasî bi mêtina xwîna jinan xwe xwedî dike. Yuksekdag da zanîn ku li dijî desthilatiya siyasî ji bo jinan mafê hemû çalakiyan heye û got ku êdî jin şînê akin û şîngirtin êdî de çareserî ye. Yuksekdag bang li Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu kir û bibîr xist ku Serokwezîr piştî qetilkirina Ozgecan Arslan ew ê kuştinên jinan bi dawî bikin, lê heta niha jî berdewam dkin û got: “Lê tişta dixuyê ew e ku ti niyeta desthilatiya siyasî tine ye ku tundiya zilaman a li dijî jinan rawestîne.”

Yuksekdag diyar kir ku 13 sal in jin bi heqaretên desthilatiya AKP’ê, serokwezîr, serokkomar, wezîr û parlamenterên AKP’ê re rû bi rû ne û got: “Êrîşkariya hikûmetê û hişmendiya zilaman çi tîne serê jinan?” Yuksekdag destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmetê rê li ber komkujiyên li hemberî jinan vedikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Fîgen Yuksekdag diyar kir ku jin wê zilamên ku bûne koleyên hişmendiya desthilat jî azad bikin û got: “Êdî em ê qezenç bikin û em bi vê yekê bawer in. Em ê bi ruhê jinên li Rojava têdikoşin, têkoşîna xwe bidomînin û ser bikevin.”

‘PÊVAJO BERHEMA OCALAN Û JINAN E”

Yuksekdag îşaret bi wê yekê kir ku hikûmeta AKP’ê hewl dide ku pêvajoya çareseriyê weke berhemekê xwe nîşan bide û bal kişand ser daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê heyeta HDP’ê ya Îmralî û rayedarên hikûmetê ve hate dayin û da zanîn ku ev yek di encama têkoşîna gelan de pêk hatiye. Yuksekdag got: “Pêvojaya çareseriyê ya ku hatiye pêşxistin berhemek ê Birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan e.”

Piştî axaftina Yuksekdag mîtîng bi axaftin û stranên hunermendên jin berdewam kir.