KJK’ê bang li jinên cîhanê kir ku tevlî ‘Meşa Jinan a Cîhanê bibin’

KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da, bang li hemû jinan kir ku tevlî Meşa Jinan a Cîhanê ya ku starta wê îsal li Bakurê Kurdistanê bê dayîn bibin.

KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da, bang li hemû jinan kir ku tevlî Meşa Jinan a Cîhanê ya starta wê îsal li Bakurê Kurdistanê bê dayîn bibin. KJK’ê da zanîn ku 8’ê Adara îsal diyarî berxwedanên Kobanê û Şengalê dikin.

KJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da û çalakiyên 8’ê Adarê yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê ji bo bîranîna Kobanê û Şengalê pêk bên silav kir. Komanên Jinên Kurdistan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar  a Cîhanê pîroz dikin û bi wesîleya 8’ê Adarê hemû jinên ku di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.  Em hemû çalakiyên 8’ê Adarê yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê ji bo bîranîna berxwedana Kobanê û Şengalê bi şîara ‘EM BI JINÊN LI KOBANÊ LI BER XWE DIDIN XWE RÊXISTIN BIKIN, JIYANA AZAD AVA BIKIN’ ya ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê bi reng û wateya berxwedana têkoşîna azadiya jinê berdewam dikin, silav dikin.”

EV 8 ADARÊ DIYARÎ KOBANÊ Û ŞENGALÊ HAT KIRIN

KJK’ê diyar kir ku şoreşa Rojava li hemû cîhanê rê li ber şiyarbûna jinê vekiriye û wiha berdewam kir: “Di sedsala 21’ê ya sedsala jinê de ye de jinên Kurd nîşan da ku pêşengên lêgerîna jiyana alternatîf in.  Me tevgera jinên azad a Kurdistanê 8’ê Adara îsal diyarî Kobanê û Şengalê kir. Piştî şoreşa Rojava berxwedana jinê ya di şexsê Şengal û Kobanê de hatiye jiyîn li hemû cîhanê rê li ber şiyarbûna jinê vekiriye. Ev qezenc û nirxên ku di şexsê jinê de hatine pêşxistin, di wateya şoreşê de ye. Jiyana li ser esasê alternatîfa jinê û lêgerîna pergala civakî şênber kiriye û potansiyela gerdûnî ya lezgîn afirandiye. Jinên Kurd di sedsala 21’ê de mîsyona pêşengiyê daniye holê. Ne tenê li Rojhilata Navîn di asta gerdûnî de li lêgerîna azadiya jinê kûr bûye. Em bi biryara xwe ya ku şoreşa jinê li Rojhilata Navîn û Cîhanê pêk bînin 8’ê Adarê wê çalakiyên xwe bigihînin asta herî jor.  Biryar, coş û têkoşîna jinê wê biherike qadan.”

BI JINA AZAD RE HEVDÎTIN, JI MÊRÊN SERDEST HESAB PIRSÎN

KJK’ê di derdewamiya daxuyaniya xwe de got ku meşa Jinên Cîhanê îsal li Bakurê Kurdistanê destpê dike û ev jî li ser esasê xeta pêşveçûna şoreşgerî û dîrokî ya jinên Kurd de derketiye holê. KJK’ê wiha got: “Piştevanî û hevkariya li dora Kobanê û Şengalê pêş ketiye wê meşa cîhanê xurtir bike. Jinên ji her çar aliyê cîhanê rabûne ser piyan wê çalakiya bi heybet pêk bînin û  wê îradeya xwe ya ji mêr hesab bipirse û rêxistinbûna xwe dane holê. Jiyan jin e û ev jî bi azadbûnê pêk tê. Jinên Kurd di şexsê hevala Sara de qezencên xeta berxwedana jina azad bi sekn û tevlîbûna xwe danî holê û wê şoreşa xwe biparêze û xurt bike. Wê tevlî xwe, dîrok û nasnameya xwe bibe û malovaniya xwe bi awayekî xurt bike.

BI RÊBER APO RE HEVDÎTIN

KJK’ê destnîşan kir ku bi biryara ku îsal wê bibin hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dakevin qadan û got: “Jin di şer de hêza pêşeng in. Em jinên Kurd, di 8’ê Adarê de ji bo hesab ji pergal û zîhniyeta faşîst, mîlîtarîst û serdest bipirsin dadikevin qadan û em ê qadan veguherînin qadên berxwedanê. Her wiha îsal em ê bi biryara ku vê salê bibin sala hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dakevin qadan.”

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku  8’ê Adarê roja xwedîderketina li rûmet û keda jinê ye û got: “Divê hemû jin xwedî li ked û rûmeta xwe, divê 8’ê Adarê veguherînin eniya berxwedanê ya hevpar. EM Ê JIYANA AZAD DI ŞEXSÊ KOBANÊ DE, BI RUHÊ BERXWEDANA ARÎN MÎRXAN BIKEVIN JIYANA NÛ. Bi vê biryar û îdîayê  em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de têkoşîna berxwedanê bilind bikin.”