Jin wê ji Silêmanî heta Şengalê bimeşin
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ku li Başûrê Kurdistanê xebatê dimeşîne, bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Rêxistinê da zanîn ku ew ê meşeke dirêj a ji Silêmanî heta Şengalê bimeşin.

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) îro saet 14:00'an li Baxê Giştî yê bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama RJAK’ê, Tara Qadir ve hate xwendin de hat gotin ku wê çalakiyên 8’ê Adarê ji salên din cudatir bibe û wiha domand: “Ji sala par heta niha em bûne şahidê berxwedaniyek bêwêne li tevahî Kurdistanê. Gelek jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Bê agahî ji çarenûsa wan jinan ji bo jinan di warê fikrî û ramanê de êşeke mezin e.”
Qadir da zanîn ku ew wek jin êdî bi rêxistin û têkoşînê ber bi jiyana azad ve gav diavêjin û wiha pêde çû: “Yekbûna jinan li Başûrê Kurdistanê û tekoşîna wan a hevbeş wê bibe temînata pêşerojek azad. Di vê rojê de herî zêde pêwîstiya me bi yekîtî, xweperwerdekirin û avakirina hêza hevbaş a jinan heye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku jin wê ji Silêmanî heta Kerkûkê û li Hewlêrê heta Şengalê bimeşin û ji bo wê jî wê gelek kesayet û rêxistinên jinan beşdar bibin. Her wiha RJAK bang li hemû rêxistinên jinan û jinên çalak dike ku beşdarî vê meşê bibin.