Rêxistinbûyîna Yenî Demokrat Kadin (YDK) da xuyakirin ku di 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û di nava meclîsên HDP'ê yên jinê de tevlî kar bibin. YDK got, "Gelo bend dikarin li ber piştevaniya jinê bisekine?"
Rêxistinbûyîna Yenî Demokrat Kadin (YDK), helwesta xwe ya di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de aşkera kir û ragihand ku ew ê destekê bidin HDP'ê.
Di daxuyaniya nivîskî ya YDK'ê de hat ragihandin ku HDP bi salane li Meclîsê bûye dengê jinan û hat gotin, "Tevî gelek taybetmendiyên xwe HDP bi taybetî bi vî aliyê xwe re, ji partiyên din ên li Meclîsê cuda ye. HDP ku jinê lê weke kirseya polîtîk têdikoşe, li dû berdêlên salên dûr û dirêj ên jinên şoreşger, demokrat û welatparêz, di heman demê de weke partiyeke jinê cihê xwe di Meclîsê de girtiye."
YDK'ê sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev a HDP'ê bibîr xist û got, "Weke jinên Yenî Demokrat Kadin, em ê di xebatên hilbijartinê yên namzetên jin ên HDP'yî de cih bigirin û 'bendê' bi piştevaniya jinê, bi têkoşîna hevpar a jinê re, hilweşînin!
Di xeta ji Arîn Mîrxan heta Kader, Sîbel, Reyhaney, Tûgçe û Ozgecanan, em ê bi şervaniya xwe, bi berxwedan xwe ya tawîzê nade, bi cesaret û hêra xwe re li dijî dijminê jinê, di xebatên Meclîsên HDP'ê yên Jinê de cihê xwe bigirin û em dibêjin, 'Gelo bend dikarin li pêşberî piştevaniya jinê bisekinin?"