Li Dêrsimê panela 8’ê Adarê

Panel bi beşdariya Endama MP’ya ESP’ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê Munevver Îltemur, Doç. Dr. Nîlgun Tunçcan Ognan û nivîskar Esra Çîftçî pêk hat.

Li Dêrsimê çalakiyên 8’ê Adarê de Platformê Jinan panelek li dar xistin. Panel bi beşdariya Endama MP’ya ESP’ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê Munevver Îltemur, Doç. Dr. Nîlgun Tunçcan Ognan û nivîskar Esra Çîftçî pêk hat.

Panela jinan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pêşî Endama Meclîsa Partiyê (MP) Munevver Iltemur têkildarê mijarên jin û ket axivî.

Doç. Dr. Nilgun Tunçcan Ongan jî got: “Em jin li rastî komkujiyên nû tên. Em bi awayekî yekser dibin mexdûrên tundiyê. Lê em li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku kujerên herî mezin ên dîrokê ne, radiwestin û hebûna xwe diparêzin.”

Ongan got: “Em dizanin ku ya ku aştî bîne dayik in”  û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û Dayika Berfo.

Di panelê trans Ganîmet axivî û got: “Em jinên trans nikarin li welatê xwe bijîn, ji ber ku bi çavên nexweşan li me dinêrin. Em jinên trans nikarin bijîn, ji ber ku em her tim bi tacîza polîsan an jî çeteyên taxan re rû bi rû ne.”

Nivîskar Esra Çîftçî jî bal kişand ser mijarên şer û jin û bal kişand ku qirkirinên 1915  û 1938’ê li Rojhilata Navîn berdewaam dikin.

Platforma Jinan a Dêrsîmê jî di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Goristana Asrî ya Şaredariya Dêrsîmê gora Sakîne Cansiz (Sara) a ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hate qetilkirin û gorên endamên TÎKKO'yê Nurşen Aslan, Gulîzar Ozkan, Fatma Acar, Sefagul Keskin û Derya Aslan ên ku di 2'yê sibata 2011'an de di bin berfê de man û jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Dêrsîmê Melek Dolaz diyar kir ku ew bejna xwe li ber kesên rêya wan ronî kirin ditewînin.