Nexweşiyek global: Şîdeta li dijî jinê

Ruhê mirovan di nava du cureyan de hatiye parvekirin. Yek mêr, a din jin. Jin, jiyan û hestan temsîl dike. Wisa ye ku ‘Eger di kesekî de jin kêm be, pêre hezkirin jî kêm dibe'.

Ruhê mirovan di nava du cureyan de hatiye parvekirin. Yek mêr, a din jin. Jin jiyan û hestan temsîl dike. Wisa ye ku ‘Eger di kesekî de jin kêm be,  pêre hezkirin jî kêm dibe'.

Di serdemek dîrokê de wan jiyan dihûnand. Wan di destpêka civakîbûnê de di nava dewlemendiya herî zêde ya xwezayê de dayika xakê temsîl dikir.

Jinên ku nîvê cîhanê ava dikin, bi hezaran salan e mexdûrên koletiya zayendê û newekheviyek kûr in.

NÎVÊ CÎHANÊ ZILMÊ LI JINAN

Ev di heman demê de mêtingeriya ku bi hezaran salan e ku jin pêre rû bi rû dimîne û têkoşîna li dijî vê îfade dike.

Belê em ji bo wan dibêjin nîvê cîhanê.  Bermayîna mirovê herî kevn a 3.2 mîlyon sal berê aîdî jineke ciwan e. Ji jina ku navê wê di strana koma Beatles derbas dibe de îlham hat girtin û navê Lucy li vê jina ciwan hat kirin.

Nîvê cureyê mirovan, bi hezaran salan e rastî zextên nîvê mirovan tên. Şîdeta li ser jinê îro di asta global de ye. Lê li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sedî 70’yê jinan di jiyana xwe de carekê rastî şîdetê tên. Îro li tevayî cîhanê xizanî û newekhevî canê 2 mîlyon jinî digire.

LI CÎHANÊ 100 MÎLYON JIN KÊM IN 

Li cîhanê bi giştî di navbera 50 û 110 mîlyonî de jin kêm in. Yanî di hemû qirkirinên sedsala 20. de herî zêde jin mexdûr bûn.

NY ji sala 1961’ê heta niha bi vê pirsgirêkê re eleqedar dibe.  Ji sala 1961’ê heta niha bi rêk û pêk hejmara mêran zêde bû û îro hejmara mêran li gorî jinan 60 mîlyon zêdetir e. Ev jî asta herî jor îfade dike.

Li gorî malpera înternetê ya Quartz di 2013’an de jinan ji sedî 49.9 nifûsa cîhanê ava dikir. Li 81 bajarî jin zêde bû li 37 welatan mêr di rewşa kêmarbûnê de bûn. Li 75 welatan jî ferqa di navbera zayendan de ji sedî 0.5 bû.

Nifûsa mêran çima zêde dibe?

Ji ber ku zêdetir zarokên kur tên dinê. Di 2013’an de li dijî 100 zarokên keç 107 zarokên kur hatin dinê. Lê ji ber hejmara mêrên dimirin zêde bû,  divê nifûsa her du zayendan wek hev bûna.

Gelo çima wisa nebû?

Wisa tê gotin: Kurtaj û kuştina zarokên keç. Li cîhanê herî zêde li Hîndistan û Çînê  ji sedî 76 kur zêde ne. Di vê rewşê de jî ev zelaltir dibe.

Malpera Quartz got ku teknîkên diyarkirina zayendê ya beriya welidînê vê valahiyê mezintir dike.

Nifûsa jin û mêran li gorî welatan diguhere. Li Nîvgirava Ereban dema ferqa di navbera nifûsa jin û mêr de tê ziman, ev rewş bi penaberên ku li gorî zayendê tê veqetandin tê îfadekirin.  Piraniya karkerên penaber ji mêran pêk tê. Katar ji ber vê yekê nifûsa wê ya jinan kêm e.  Li vî welatî ji sedî 22 nifûsa wê ji jinan pêk tê.

Li welatên berê yên Sowyet,  rêjeya mêrên ji ber alkolê dimirin zêde bû û ji ber vê hejmara jinan zêde bû.

Li welatên Rêxistina Hevekarî û Pêşveberina Aborî OECD,  ji ber homojenkirina şekl jiyana di navbera zayendan de hejmara mêran a jinan derbas dike. Li Fransayê nifûsa mêran 32 mîlyon û ya jinan jî ji 34 mîlyonî zêdetir e. Di temenên pêş de ev zêdetir tê dîtin.  Ji 24 hezar kesên 100 salî herî kêm 20 hezar jin in.

JI SÊ JINAN YEK DIBE QURBANA ŞÎDETÊ

Dema mijar bê wekhevî, şîdet û rakirina newekheviyê, nîvê cîhanê naxwaze dest ji desthilatdariyê berde. Li kolan, malê, di şer de û aştiyê de şîdet bûye nexweşiyek û li jinê dixin.  NY ji bo şîdeta li ser jinê îfadeya ‘nexweliya global’ bikar tîne.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ji her sê jinan yek rastî şîdeta hevserê xwe tên. Li welatên cîhanê ji sê zewacan du kes xwedî mekanîznameya qanûnî ya li dijî şîdetê ye.  Li 52 welatên cîhanê di zewacan de tecawiz sûc tê hesibandin.  2,6 mîlyar jin û keç li welatên ku di zewacên de tecawizê sûc dihesibînin de dijîn. Ev rewş ji bo jinan tehdîdek mezin e.

TABUYEK BI XOF, ŞÎDETA ZAYENDÎ

Tecawiz, têkiliya ensest, subayanî û taciz… Şîdeta zayendî bi giştî bê deng tê derbaskirin. Aliyên şîdeta zayendî tabloya bi xof derdixe holê. Li hinek welatan ji sê keçan yek diyar dikin ku tecrûbeya wan a zayendî bi zorê li wan tê ferzkirin. Li YE’yê ji sedî 45-55’ê jinan ji temenê xwe yê 15’an şûnde rastî tacîza zayendî tên.

Li gorî rapora UNÎCEF’ê li tevayî cîhanê nêzî 120 mîlyon zarokên keç bi zorê li têkiliya zayendî li ser wan tê ferzkirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Misirê ji sedî 99 jin û keç dibin mexdûrê tacîza zayendî.  Ev şîdet hatiye giştîkirî û hem di qada taybet û hem jî qada cemawerî de tê jiyîn. Li gorî Rêxistina Efûyê li Misirê jin bi hemû aliyên xwe rastî tacîzê tên.

Li Tirkiyeyê her sal bi deh hezaran jin rastî şîdetê tên. Li gorî çavkaniyên cuda rojê 3-5 jin rastî şîdeta mêr tên. Bi sedan jin rastî taciz û tecawizê tên.

MALIYETA ŞÎDETÊ GIRAN E

Di wateya giştî de maliyetek giran û global a şîdetê heye. Jin dibin yekem mexdûrên vê şîdetê. Li DYA’yê di sala 2003’an de maliyeta şîdeta li ser jinê ya di zewacê de 5.8 mîlyar dolar hat hesabkirin. Di 2004’an de li Îngîlîstan û welatê Galler maliyeta şîdeta li ser jinê ya di zewacê de 22.9 mîlyar sterlîn hat hesabkirin.

Li Maliyê maliyet 6.2 mîlyar dolar bû. Fatureya herî giran a şîdetê ji şîdeta veşartî pêk tê.  Maliyeta herî giran jî li jinan tê birîn. Şîdet bi gelek aliyan xwe derdixe holê. Di 2014’an de  ji sedî 28’ê jinan yên li Sahra Alit Afrîkayê rastî şîdeta hevserê xwe hatin.

SUNETA JINAN

Suneta jinan a ji bo parastina namûsa mêr û malbatê tê pêkanîn, hê li dehan welatî têkirin. Suneta jinan li 29 welatên Afrîka û welatên Rojhilata Navîn pêk tê.  Hinek civakên Asya û Başûrê Amerîkayê jî vê pêk tînin.

Suneta jinan di navbera komên penaber ên welatên sanayiyê jî didome. Li tevayî cîhanê ji 133 mîlyonî zêdetir jin û zarok rastî vê hovîtiyê tên. Her sal 3 mîlyon keç dibin mexdûrê vê pêkanînê. Li gorî NY’ê 30 mîlyon keçên di bin 15’yî de ne di bin rîska sunetê de ne.

Yek ji cihên ku herî zêde ev pêkanîn heye Başûrê Kurdistanê ye.  Rêxistina jinan a Elman ‘Wadî’ lêkolînek kir û di lêkolînê de bi 1700 jinî re hevdîtin kir û rapor di 2010’an de weşand. Di raporê de hat gotin ku ji bilî herêma Duhokê li herêmên din ji sedî 72.7 jin hatine sunetkirin.  Li hinek herêman ji sedî sed li ser jinan pêk tê.

Ev teşeyê şîdetê jinan bi rîskên tendurisiyê yên giran re rû bi rû dihêle.  Keçên tên sunetkirin rastî pirsgirêkên mezin tên.

700 MÎLYON JIN DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE TÊN ZEWICANDIN

Zewaca di temenê biçûk de jî aliyekî din ê şîdetê îfade dike. Li gorî NY’ê  700 mîlyon jinên îro zewicandîne di temenê biçûk de zewicîne. Ji van 250 mîlyon beriya temenê 15’yî hatine zewicandin. 

4,5 MÎLYON KES MEXDÛRÊN MÊTINGERIYA ZAYENDÎ NE

Bazirganiya jin û zarokan di asta global de zêde dibe.  Buroya Têkoşîna bi Sûc û Tiryakê re ya NY’ê diyar kir ku li welatên wekê Afrîka, Hîndistan, Misir, Angola an jî Peruyê piraniya mexd3uran zarok in.  Wisa ye ku ji sedî 60 zêdetir mexdûrên bazirganên mirovan zarok in.

Mixabin ji sedî 70 jin mexdûrên bazirganiya mirovan in.  10 sal berê ji sedî 84 jin bûn.  Di 2004’an de 74, di 2014’an de 49 bû. Lê di vê bazirganiyê de rêjeya jin û zarokên keç 10 sal berê ji sedî 10 bû û di 2014’an de derket 21’ê.  Ji sedî 53’yê bazirganiya mirovan bi armanca mêtingeriya zayendî têkirin.

Bi vê re hejmara jinên ku bazirganiya jinan dikin jî zêde bûye. Li tevatî cîhanê ji her 10 tacîrên mirovan sê jini n.

Li gorî NY’ê li hemû cîhanê 4,5 mîlyon kes rastî mêtingeriya zayendî tên. Ji van 98 jin û keç in.