Li Hannoverê têkoşîna jinên Kurd hat nîqaşkirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Kurd a Ronahî, Courage, MLPD’ê paneleke bi mijara ‘Ji Şengalê heta Kobanê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û rola wan a di rêveberiya herêmî de’ pêk anî.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Kurd a Ronahî, Courage, MLPD’ê paneleke bi mijara ‘Ji Şengalê heta Kobanê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û rola wan a di rêveberiya herêmî de’ pêk anî

Nêzî 120 kes tevlî panelê bûn û di panelê de rewşa jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtine, rola HPG-YJA STAR’ê, her wiha li Bakurê Kurdistanê rola jinan a di siyaset, parastin, aborî û jiyana civakî de hat destgirtin.

BANDORA OCALAN Û CANSIZ

Piştî nîqaşan panel bi pirs û bersivan berdewam kir. Hat diyar kirin ku jinên Kurd li Rojhilata Navîn rola jiyanek nû girtine ser xwe û divê di qada navneteweyî de piştgiriyê bibîne.

Her wiha di panelê de bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz a li ser têkoşîna jinan a Kurd. Ligel vê wêneyên jinên Rojava û Şengalê hatin nîşandan.