Ronahî: Divê em her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Ronahî da xuyakirin, ku girîng e jinên Kurd xwe bi perspektîfa jiyana azad û neteweya demokratîk birêxistin bikin û her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Ronahî da xuyakirin, ku girîng e jinên Kurd xwe bi perspektîfa jiyana azad û neteweya demokratîk birêxistin bikin û her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Ronahî da xuyakirin, ku girîng e jinên Kurd xwe bi perspektîfa jiyana azad û neteweya demokratîk birêxistin bikin û her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn. Ronahî destnîşan kir, ku li hemberî hemû asteniyên li pêşiya zadiya jinê, divê biryara rêxistinbûyîna hevpar a jinan were dayîn.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.
Ronahî ragihand, ku di serî de jinên Kurd pêwîste jinên li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bi xurtî beşdarî 8'ê Adarê bibin û anî ziman ku ew jinên di 8'ê Adarê de li febrîqeyê hatin şewitandin, bi mînetdariyeke mezin bibîr tînin.
'GIRÎNG E JINÊN KURD LI DORA JIYANEKE AZAD Û NETEWEYA DEMOKRATÎK XWE BIRÊXISTIN BIKIN'
Ronahî diyar kir ku hem sîstem hem jî îdeolojiya bi serdestiya mêr ji aliyê siyasî û çandî ve êrîşî jinê dikin û got, "Her tim mêr dixwaze jiyana jinê diyar bike. Pêwîste jin 8'ê Adara îsal ji vê re bikin wesîle; li hemberî hemû astengiyên li pêşiya azadiya jinê, divê jin biryara têkoşîna rêxistinbûyî werbigire. Divê vê têkoşîna xwe di asta herî bilind de bimeşîne. Lazim e jinên Kurd li dora perspektîfa jiyana azad û neteweya demokratîk xwe birêxistin bikin, sazîbûyîna xwe ava bike. Li her qadên jiyanê yên weke qada siyasî, îdeolojîk, civakî, tenduristiyê, rêxistinbûyîn û sazîbûnên xweser ên jinê werin afirandin."
'DIVÊ EM HER ROJA XWE MÎNA 8'Ê ADARÊ BIJÎN'
Ronahî got, "Ji bo jiyana bi şêweyê jinê, pêwîste em nêrîna xwe bi xwe biafirînin" û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Divê em têkoşîona afirandina cîhaneke em dixwazin, bi awayekî şênber bimeşînin. Bersivdayîna li pêwîstiyên rojane divê têra me neke. Jineke ji aliyê aboriyê ve rewşa xwe baş e, divê qîma xwe bi vê nîne, divê nebêje 'Ez ê roja xwe bijîm, ez ê zarokên xwe mezin bikim'. Eger em ê li vê cîhanê bijîn, divê em bi rûmetdarî bijîn. Ji bo em bi rûmetdarî bijîn jî girîng e em her roja xwe mîna 8'ê Adarê bijîn. Niha her roj jinek li kolanan tê kuştin. Her roj bi sedan jin, ji ber ku naxwaze bi mêr re bijî li şîdeta mêr rast tên. Divê her jin vê yekê ji aliyê xwe ev binirxîne. Bi hîskirina her jina rastî şîdetê tê, divê têkoşîn were meşandin."
'BI AWAYEKÎ RÊXISTINBÛYÎ EM DIKARIN MÊR BIGUHERÎNIN'
Ronahî da xuyakirin ku jin nerêxistinbûyî be, wê her roj li malê, li nava kolanan bê kuştin, rastî destdirêjiyê were; dema bixwaze der heqê jiyana xwe de biryarê bide wê li destwerdana mê rast were û destnîşan kir, ku ji bo pêşîgirtina li vê rewşê divê 8'ê Adarê bibe wesîleya têkoşîna azadiya jinê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna jinê û got, "Divê jin li kolanan birêxistinbûyî be. Li serê her kolanê girîng e saziyek jinê hebe. Pêwîste jin bi vê têgihiştinê tevbigere. Eger em karibin vê bikin, hingî em ê karibin mêr biguherînin û jiyana mêr a bi jinê re derxînin holê. Eger em tênekoşin, hingî ne pêkane ku bi mêrê heyî re jiyan dewam bike. Di her kêliyê de jin li komkujî, destdirêjî û tecawiza mêr re rû bi rû ye. Lewma divê jin 8'ê Adarê ya îsal ji têkoşîn, afirandina pêşeroj, rêxistinbûyîna cewherî, sazîbûna cewherî û parastina cewherî re bike wesîle. Ez bawerim; gava jin xwe birêxistin bikin wê bibînin ku bi vîna xwe dikarin azadiya xwe bi dest bixin."