Jinên Şengalî yekem car 8’ê Adarê li Amedê pîroz kirin
Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Qada Jiyanê ya Fîdanlikê ya ku penaberên Êzidî yên ji Şengalê têde dimînin, pîroz kir.
Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Qada Jiyanê ya Fîdanlikê ya ku penaberên Êzidî yên ji Şengalê têde dimînin, pîroz kir.
Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Qada Jiyanê ya Fîdanlikê ya ku penaberên Êzidî yên ji Şengalê têde dimînin, pîroz kir. Li Qada Jiyanê ya ku hezar û 450 jin lê dijîn, jinan cara yekemîn 8’ê Adarê pîroz kirin.
Li Qada Jiyanê ya Fîdanlik a penaberên Êzidî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn dimînin, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Alîkara Hevserokên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û hevserokên bajar û navçeyên Amedê amade bûn.
Li vê kampê hezar û 450 jinên ku temenê wan ji 18 salî mezintir e, dijîn. Pîrozbahiya 8’ê Adarê bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir û piştre sînevîzyona têkildarî 8’ê Adarê hatibû amadekirin, hate nîşandan. Piştre axaftin hatin kirin û cejna 8’ê Adarê li hemû jinan hatin pîrozkirin.
Alîkara Hevserokên HDP’ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku sala 2015'an di têkoşîna jinan de saleke girîng e û destnîşan kir ku jin li her derê li rastî neheqiyê tên. Beştaş da zanîn ku heta jin rastî neheqiyan bên ew ne azad in û got: “Li Şengalê, li Amedê, li Dîlokê li ti derên cîhanê em nikarin bêjin jin azad in. Heta jin azad nebin, heta jin mafên wekhev bi dest nexin civak azad nabe. Jin li Kobanê li dijî wehşeta DAIŞ’ê li ber xwe dan. Îro YPJ’ê li Kobanê ji bo hemû jinan dîrokek nivîsand.”
Piştî axaftinan şanoya bi hevkariya şanogerê bi navê Baran Demîr, ji aliyê ciwanên kampê ve hatibû amadekirin, hate nîşandan.