'Divê jin di roja kombûna mezin de semaha azadiyê bigerînin'

Endama Meclîsa PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Divê çanda berxwedanê ya Elewî ya Dêrsimê were jîndarkirin. Jinên Kurd ên Elewî yên Mereş, Meletî, Sêwas, Dîlok û her devera Kurdistanê dijîn, pêwîste xwedî li vê berxwedanê derkevin."

Endama Meclîsa PKK'ê Dilzar Dîlok bang li jinên Kurd ên Elewî kir ku di têkoşîna azadiyê ya mezin de li hev bicivin. Dîlok anî ziman ku bi dilsoziya bi mîratya Sara û Rojbînan re girîng e jin di kombûna mezin de bi pêş ve biçin û got, "Pêwîste çanda berxwedanê ya Elewî ya Dêrsimê were jîndarkirin û jinên Kurd ên Elewî li Mereş, Meletî, Semsûr, Sêwas, Dîlok û her devera Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derkevin, têkoşîna azadiyê derxin asta herî bilind."

Endama Meclîsa PKK'ê Dilzar Dîlok ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin ku sala 2014-2015'an ji bo hemû jinan bûye saleke berxwedan, têkoşîn û afirandina azadiyan.

Dîlok got, "Beriya her tiştî milîtanên YPJ'ê yên li Rojava li ber xwe didin, hemû jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Rojhilata Navînî yên li nava refên YPJ'ê li ber xwe didin, ev yek pêk anîn. Têkoşînên li bajaran û têkoşînên li çiyê gihaştin hev. Yên ku ev ji tevahiya cîhanê re ragihand, rêhevala Sara û rêhevala Rojbîn bûn." Dîlok ragihand ku salên 2013, 2014 û 2015'an ji aliyê jinên Kurd ên Elewî ve bûne salên gerdûnîbûna Sara û Rojbînan û salên berxwedana jina azad.

Dîlok da xuyakirin ku jinên Kurdistanî, di serî de gerdûnîkirina Sakîne Cansiz (Sara) divê têkoşînê derxînin asta herî blind û li hemû qadan têkoşîna jinê ya azad biafirînin, jiyana azad û demokratîk bidin avakirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Sara û Rojbînan, têkoşîna azadiyê ya jinê, di kesayetiya jinên Kurd ên Elewî de gerdûnî kirin. Ev têkoşîna azadiyê ya van hevalan afirandin, weke mîrateyekê ji me hemûyan re ma. Û bûn mînakeke ji çanda Xwedawendiyê ya roja îro. Arîn Mîrxan û hemû jinên di berxwedana Rojava de cih digirin mînaka vê ye. Sîbel Bûlût mînaka vê ye. Nîşanî me dan ku divê têkoşîna azadiyê ya jinê çawa be û li qadên herî germ ên têkoşînê divê ev têkoşîn bi çi rengî were meşandin. Pêwîste rastiya vê sedsalê ya sîstema bi desthilatdariya mêr lê serdest e, careke din were lêpirsîn. Nêçira pîrebokan a serdema navîn, di roja îro de di bin navê qetlîama jinê de li nava kolanan bi heman ruhê şîdetê, bi heman ruhê tinekirinê dewam dike. Bersiva herî rast a li van komkujiyên ji aliyê dewletan, sîstemên hiyerarşîk ên desthialtdariyê û pêkanînên bi serdestiya mêr, bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinê ye."

'DIVÊ LI HER DEVERÊ TÊKOŞÎN WERE XURTKIRIN'

Dîlok anî ziman ku li bajaran, li çiyê, li kolanan û li hemû qadên azadiyê divê jin têkoşînê xurt bikin û got, "Lewma roleke mezin dikeve ser milê jinên elewî. Çanda berxwedanê ya jinên Kurd ên Elewî ku hevala Sara afirand, şênber û nûjen kir, divê were jîndarkirin. Di vê nuqteyê de roleke mezin dikeve ser milê jinên Kurd ên Elewî. Û lîstina vê lîstikê, şertekî jiyana azad e. Eger dixwaze bibe xwebûn, dixwaze azad bibe, divê xwedî li çanda berxwedanê ya hevala Sara afirand, xwedî li çanda berxwedanê ya hevala Rojbîn û Sîbel Bûlûtan afirandin, derkeve. 8'ê Adarê ya sala 2015'an ji Nisêbînê destpê kir. Bi meşa dirêj destpê kir. Li Amedê wê kombûneke mezin pêk were. Ya rast eger em karibin jiyana azad biafirînin, jiyana azad bijîn, her kêlî, her roj wê bibe kombûna mezin. Em bang li hemû jinan, hemû jinên Elewî dikin ku kombûna mezin a jinê ya li Amedê veguherînin kombûna azadiyê. Lewma divê çanda bexwedanê ya Elewî ya Dêrsimê were jîndarkirin. Jinên Kurd ên Elewî yên Mereş, Meletî, Sêwas, Dîlok û her devera Kurdistanê dijîn, pêwîste xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ev yek divê hem di çalakiyan de hem jî di jiyana rojane de pêk were. Di vê nuqteyê de girîng e jinên Elewî rola dikeve ser milê xwe bicih bîne. Li ser vê bingehê em hêvîdarin ku 8'ê Adarê ya 2015'an ji têokşîna mezin a azadiyê ya hemû jinan re bibe wesîle. Û bang li hemû jinan dikim ku di vê roja kombûna mezin de semaha azadiyê bigerînin."