YPJ: Heta sîstema azadîparêziya jinê şîn bibe em ê li ber xwe bidin

Şervanên YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê di mewziyên herî pêş de şer dikin destnîşan kirin, ku ew hêza xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd digirin.

Şervanên YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê di mewziyên herî pêş de şer dikin destnîşan kirin, ku ew hêza xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd digirin. Rûken Cûdî ya YPJ'yî da xuyakirin ku heta li Rojhilata Navîn sîstema ji azadîparêziya jinê bikeve meriyetê, ew ê têkoşîna xwe di asta bilind de dewam bikin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên li dijî êrîşên DAIŞ'ê li mewziyên herî pêş li ber xwe didin, bala tevahiya cîhanê kişandin ser têkoşîna xwe. Şervanên YPJ'ê di azadkirina bajarê Kobanê de rola pêşengiyê lîstin. Şervanên ku bi têkoşîna xwe re mora xwe li dîrokê xistin diyar kirin, ku ew hêza xwe ji felsefe û nêrîna li jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin. Jinên YPJ'yî destnîşan kirin ku heta li Rojhilata Navîn sîstema ji azadîparêziya jinê bikeve meriyetê, ew ê têkoşîna xwe di asta bilind dewam bikin.

'BI HÊVIYA SIBEROJÊN AZAD EM LI BER XWE DIDIN'

Ji şervanên YPJ'ê yên li Kobanê di berxwedana dîrokî de cih girt Aryen Guneş anî ziman ku ew hêza xwe ji baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye jinan digirin û ragihand ku tekoşînên dîrokî yên jinên Kurd jî çavkaniyên bingehîn ên hêza wan e. Guneş got, "Berxwedana jinê ya îro li Kobanê dewam dike, li ser têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd û felsefeya Abdullah Ocalan şîn dibe. Hemû rêhevalên me yên jin ên lidijî DAIŞ'ê şer dikin, bi hêvî û morala siberojên azad li ber xwe didin." Guneş diyar kir ku ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn siberojên azad bijîn ew têdikoş in û got, "Sîstema em tê de ne li her qadê jinê hedef digire û êrîş dike. Ev êrîş zêde dibin û dewam dikin. Em jî bi berxwedaneke çekdarî bersivê didin."

ARMANC; JIYANA AZADÎPARÊZIYA JINÊ YE

Şervana YPJ'ê Rûken Cûdî diyar kir ku hevalên wan ên jin ên li gel hev di mewziyan de şer dikin, çavkaniya wan a herî mezin a moral û hêzê ye û got, "Li gorî me, tilîlî yan jî dirûşmeyeke rêhevaleke me di dema şer de qirîne, xwedî wê hêzê ye ku dikare cîhanê bihejîne." Cûdî anî ziman ku jin di Şoreşa Rojava de roleke mezin dilîze û destnîşa kir ku heta li Rojhilata Navîn sîstema azadîparêziya jinê şîn bibe, têkoşîna wan we di asta herî bilind de dewam bike.

JIN HIŞMENDIYA PARASTINA CEWHERÎ DIAFIRÎNIN

Cûdî da zanîn ku şervaniya YPJ'ê ne tenê hilgirtina çekê û şerê li mewziyan e û anî ziman ku ji bo li gel hemû jinên li Rojhilata Navîn hişmendiya parastina cewherî were afirandin, wan li qadên felsefî û zanistî wezîfeya perwerdeyê girtine ser milê xwe. Cûdî diyar kir ku li Rojhilata Navîn rêxistinên dijminê jinê yên weke DAIŞ'ê nemînin jî ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Ji bo careke din êrîşa mîna li Şengalê li hemberî jinan hat kirin neyê jiyîn, em ê li her qadê xebat û têkoşîna xwe dewam bikin."

'JIYANA HÊJAYÎ GEL, BERPIRSYARIYA ME YE'

Cûdî da xuyakirin ku ew dixwazin dengê jinê bigihînin tevahiya cîhanê û ragihand ku ew ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên jinê weke dijmin dibînin heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Cûdî ragihand ku ew gelekî kêfxweş in ji ber gelê Kobanê li xaka xwe vedigere û got, "Ji bo gelê me yê li xaka xwe vedigere jiyaneke hêjayî xwe bijî, em weke berpirsyariyê dibînin ku bi hemû hêza xwe seferber bibin."