Li Wanê çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Li navçeyên Wan Elbak û Payîzavayê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin.
Li navçeyên Wan Elbak û Payîzavayê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin.
Li navçeyên Wan Elbak û Payîzavayê, çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin.
Di çalakiya li qada Newrozê ya Elbakê de Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Hamiyet Şahîn, Hevseroka DBP'ê Navçeyê Zelal Zehra, Hevşaredar Aynûr Tarhan û Îhsan Guler, endama Dayikên Aştiyê ya Wanê Kewê Işik, jinên KJA'yî, rêveberên HDP'ê û nûnerên gelek saziyan li gel bi sedan jinan amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevşaredara Elbakê Aynû Tarhan mafê axaftinê wergirt û got, "Bi piştgiriya Hikûmeta AKP'ê û gelek dewletan li Kobanê, Şengal û Efrînê şerekî dijwar tê meşandin, lê belê şervanên azadiyê dest ji têkoşîn û xaka gelê Kurd bernedan, serî li ber kesî netewandin û xaka xwe azad kirin. Em jî vê serketinê weke gelê Elbakê pîroz dikin."
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn jî di axaftina xwe de banga tevlîbûna mîtînga jinan a 4'ê Adarê ya li Wanê kir.
Paşê helbest hatin xwendin û çalakî bi stranên Hunermenda NÇM'ê Xezal bi dawî bû.
LI PAYÎZAVAYÊ QURNEFÎL HATIN BELAVKIRIN
Li navçeya Wan Payîzavayê jî jinan qurnefîl belav kirin. Bi wesîleya 8'ê Adarê Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn û endamên meclîsa Şaredariyê li dikandar û saziyên cemaweriyê geriyan û gul dan jinan.
Çetîn û yên pê re her wiha bang li jinan kirin ku roja Pêncşemê beşdarî serdana Girava Akdamarê bibin.