Starta 8'ê Adarê li Cizîrê hat dayîn
Starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê, li Cizîrê bi meşeke bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedana jinên Kobanê xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin" hat dayîn.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jin bi pêşengiya KJA li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Cizîrê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Jinên bi dirûşmeya, "Em ê bi berxwedana jinên Kobanê xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin" hatin cem hev, pankarta bi nivîsa "Em ê bi xeta fedayî ya bi Hevala Zîlan destpê kiriye û bi hevala Arîn dewam kiriye, bimeşin" vekir.
Her wiha jinan alên KJA yê, wêneyên sembola berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, sê jinên Kurd ên siyasetmendar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û cangoriya têkoşîna azadiyê Binevş Agal hilgirtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî YPJ" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Jin bi cil û bergên xwe yên rengîn, dirûşme, dowîz û pankartên xwe yên li hemberî desthilatdariya ber bi Meydana Çarkendal ve ketin rê. Wê piştî meşê mitîng bi axaftina Hevseroka KCD’ê Selma Irmak destpê bike.