Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên Wanê hatin taloqkirin

Hevserokatiya DBP’ya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku dihat payin sibe pêk bên, taloqî 7’ê Adarê kir.

Hevserokatiya DBP’ya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku dihat payin sibe pêk bê, taloqî 7’ê Adarê kir.

Ji rêveberên DBP’ya Wanê Nazmiye Acar li navenda giştî ya DBP’ê ya Wanê daxuniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber taziye û sersaxiya ji bo 10 gerîlayên Wanî yên ku nasnameya wan ji aliyê Komîteya Şehîdan a KCK’ê ve hatin aşkerakirin û şervanê YPG’ê Samî Bayar (Siyabend Nûman) pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku dihat payin sibe pêk bên, taloqî 7’ê Adarê hatiye kirin. Acar di axaftina xwe de bang li gel kir ku bi girseyî tevlî pîrozbahiya ku wê 7’ê Adarê li Qada Newrozê bê lidarxistin bibin.