8'ê Adarê li Bonnê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Elmanya Bonnê şevek hat lidarxistin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Elmanya Bonnê şevek hat lidarxistin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Elmanya Bonnê şevek hat lidarxistin.
Şev ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ya Bonnê ve hat organîzekirin û bi sedan ji beşdar bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji berdevkên Meclîsa Jinê ya Sara Sevda Turkmen axaftina vekirinê kir û 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir.
Di şevê de nûnerên SPD û Die Linke jî amade bû û Alîkara Serokê Şaredariya Meckenheimê û lis er navê SPD'ê axaftin hatin kirin.
Li ser navê TJKE jî Gonul Kaya peyivî û got, "Ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Beriya her tiştî afînerê azadiyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan silav dikim. Sara, Rojbîn, Ronahî, Arîn, Sîbel Bûlût û hemû cangoriyên şoreşê silav dikim."
Kara di dewama axaftina xwe de diyar kir ku jinên Kurd bi Bêrîvan, Rahşan, Zekiye, Bêrîtan, Zîlan û Arîn Mîrxan re têkoşîna zadiyê derxistine asta herî bilind, bûne temînata şoreşa jinê û got, "8'ê Adarê bi serketina Kobanê re gihaştiye asta azadiya jinê. Divê em 8'ê Adarê bikin her roj û bi vî rengî bersivê bidin şehîdên xwe yên mezin."
Di şevê de koma jinê Dengê Xwezayê, Şengul Pak û Kewê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.