Ji bo jinên girtî pirtûk hatin şandin

Xebatkarên Jin ên Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de ji Postaxaneya Ofîsê ji bo girtiyên jin kart û pirtûkan bişînin hatin cem hev.

Xebatkarên Jin ên Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji Postaxaneya Ofîsê ji bo girtiyên jin karrt û pirtûkan bişînin hatin cem hev.

Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş li ber Postaxaneyê daxuyaniyek da û got: “Di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ya ku berê rûyê rêxistina jinan daye me, Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê ye. Di warê hembêzkirina jinên cîhanê de ji bo me jinan gelek girîng e. Agirê li New Yorkê hat pêxistin îro li Rojhilata Navîn û esas li Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê dixwaze hemû mirovahiyê di nav cehenem û agir de bihêle. Lê li dijî vê Mîrxan, Ronahî û Leyla hene. Ev berxwedana berdewam dike bi ruhê Sakîneyan bû yek. Xebatkarên Jin ên Şaredariya Yenîşehîrê îsal bi keda xwe pirtûk girtin û ji bo bişînin ji jinên girtî re li vir kom bûne. Em coşa ku bi pirtûkekê dibêjin merheba dijîn. Bijî ruhê Kobanê, bijî têkoşîna jinê.”

Piştî daxuyaniyê jinan pirtûk û kart ji girtiyên jin re şandin.