Ji bo mîtînga Mehserê bangawazî hat kirin

Bi munesebeta 8’ê Adarê bi tevlîbûna Hevserokê DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî, Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP’ê ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û banga tevlîbûna mîtînga yekem a gundê Mehserê hat kirin.

Bi munesebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi tevlîbûna Hevserokê DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî, Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP’ê ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û banga tevlîbûna mîtînga yekem a gundê Mehserê hat kirin. Bînîcî got ku li hemberî pakêta ewlekariyê hez dikin ku roja 6’ê Adarê hemû jin cil û bergên herêmî bila tevlî mîtîngê bibin.

Starta mîtîngên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê 6’ê Adarê li gundê Mehserê ya Pirsûsê bê pîrozkirin. Ji bo tevlîbûna mîtîngê, bi tevlîbûna Hevseroka DBP’ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî, endamên Meclîsa Jinan a DBP û endamên Dayiken Aştiyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Bînîcî got ku ew bi coşa þoreþa Jinên Kobanê, 4’emîn meşa jinên cîhanê ya wê li Kurdistanê pêk were keyfxweşîn.

‘EM HEMÛ JINAN VEDIXWÎNIN GUNDÊ MEHSERÊ’

Bînîcî  wiha got: “Di vê 8’ê Adarê de Arîn, Nîgar, Rengînên ji bo jiyanek azad xwe feda kirin, Kaderên ku sînoran nas nakin, Sîbelên ku xwedî ruhê enternasyonalîst wê bi evîna azadiyê  di nav me de bin. Her roj li Tirkiyeyê qirkirina jinan didome. Di rojê de herî kêm 3 jin tên qetilkirin û ev jî weke bûyereke xwezayî tê dîtin. Niha em di demeke nû de ne. Êdî nîqaşên parastina cewherî ya jinan tê kirin. Şoreşa Jinan ya li Kobanê ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye hêvî. Em ji bi vê şîarê li gundê Mehserê mîtînga jinan pêk bînin. Ji bo mîtîngê hemû hevalên jin em vedixwînin gundê Mehserê.”