Ji bo pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye’ serlêdan didomin
Serlêdanên ji bo 4. pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye’ ku ji aliyê Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara ve tê organîzekirin didomin.
Serlêdanên ji bo 4. pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye’ ku ji aliyê Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara ve tê organîzekirin didomin.
Serlêdanên ji bo 4. pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye’ ku ji aliyê Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara ve tê organîzekirin didomin. Nûnera Hevdîtina Jinan a Utamara Sultan Oger der barê pêşbirkê de axivî û got: “Jin dikarin, ji çîrokên xwe yan jî ji jiyana jinên din, kêliyan binivîsin û tevlî pêşbirka me bibin."
Serlêdanên ji bo 4. pêşbirka ‘Her jinek çîrokek wê heye ‘ku ji aliyê Navenda Hevdîtina jinan a Utamara ve tê organîzekirin didomin.
Nûnera Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara Sultan Oger, diyar kir ku di vê pêşbirkê de yê qezenc an jî winda bike tine û got: “Ji ber ku êşên jinan nakevin pêşbirkê. Bi vê pêşbirkê em hedef dikin ku têkoşîn û dîroka jinê derxin pêş.”
Oger di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Het roja me ya îro dîroka jinê her tim ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsin. Di dîrokê de cihekî cidî nedane jinê. Li cihê ku cih ji bo wê hatiye dayîn, di civakê de, ji bo xizmeta malbat û kesan mîsyon hatiye dayîn. Ji ber vê yekê dîrokek jinan a ku nehatiye nivîsin heye. Wek Rêber Apo jî gotiye ‘dîroka koletiya jinê nehatiye nivîsin, dîroka azadiyê jî li benda nivîsandinê ye.”
DÎROKA RAST DIKARE BI JINÊ RE TEMAM BIBE
Oger bi lêv kir ku armanca vê pêşbirkê ev e ku bûyerên ku hatine serê jinan bê nivîsin û bi vî awayî jî wê dîrok bê nivîsin.Oger wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha dîrok li ser lingekî ye û seqet e. Li ser du lingan nayê nivîsin. Dîrokek pêş nakeve heye. Ji ber vê dema jin dîrokê binivîse wê demê dîroka rast tê nivîsin.”
ARMANCA ME YA HERÎ MEZIN TEŞWÎQKIRINA NIVÎSANDINÊ YE
Oger got ku bi pêşbirkê dixwazin jinan teşwîqî nivîsandinê bikin û got: “Her jin teşwîqêînivîsandinê bibin wê li xwe bigerin. Jin bi vî awayî dikarin biçin paşerojê. Dikarin pirsgirêkên xwe lêkolîn bikin. Dikarin zehmetî, hesret û bêrîkirinên xwe binivîsin.”
JI ÇÎROKA XWE BINIVÎSIN NE HEWCEYE NIVÎSKAR BIN
Oger di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her kes dikare tevlî pêşbirkê bibe û çîroka xwe binivîsin û got: “Ji bo çîroka xwe binivîsin ne hewce ye bibin nivîskar. Divê bi xwe bawer bin. Divê pirsgirêkên xwe karibin binivîsin. Em dikarin bêjin ku di çîrokên ku heta niha ji me re hatine de zor û zehmetî û têkoşîna jinê derketiye holê.”
Jinên çîrokên xwe nivîsine dikarin bişînin vê navnîşanê:
UTAMARA
In der Stehle 26
53547 Kasbach-Ohlenberg
Tel. 0049 (o) 2644-602424