Şervana YPJ’ê Mizgîn ji aliyê hezaran ve hate birêkirin

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan a ku li gundê Bexdikê yê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dar li navçeya Dihê ya Sêrtê hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan a ku li gundê Bexdikê yê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dar li navçeya Dihê ya Sêrtê hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan (Nefel Basret) a ku di 27'ê sibatê de li gundê Bexdikê yê li rojhilatê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û karên otopsiyê yên li Rihayê anîbûn Amedê.

Cenazeyê Alan serê sibê ber bi Sêrtê ve hate birêkirin. Karwanê cenaze pêşî li naveya Bismîlê ya Amedê pişt re jî li sêriya Sêrt, Dih û Misirê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkriinê cenazeyê Alan ber bi Dihê ve bi rê ket. Konvoya cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran kesên di nav de ciwan, rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên Dihê, Hevşaredara Sêrtê, ÎHD, MEYA-DER, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê ve hate pêşwazîkirin. Di ketina bajar de cenazeyê Alan ji aliyê jinan ve hate girtin û li ser milan ber bi Goristana Dihê ve birin.

Di meşê de tepsiya henê û gul hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwadana YPJ-YPG", "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e" û "Bijî berxwadana Kobanê " hatin qêrîn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egît) û Şervana YPJ'ê Alan hatin hilgirtin.

'RÊYA WE VEKIRÎ BE'

Piştî nimêjê cenazeyê Alan ji aliyê jinan ve hate definkirin. Pêşî dayika Alan, xaltî û xwîşkên wê axa avêt ser gora wê. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate gotin. Piştre Endama MEYA-DER'ê ya Sêrtê Kadriye Cengîz axivî û sersaxî li malbatê da. Piştre dayika Alan Zelîha Alan axivî û wiha got: "Êdî şehîda û bi hezaran zarokên min hene. Serê Kurdistan, Rêberê Apo û rêhevalên wê sax be. Ez spasiya xwe li hemû kesên xwedî li şehîd derketin dikim. Şehîdên me hemûyan e. Ez ji zarokên xwe yên di nava YPG û YPJ'ê de têkoşînê dimeşînin serketinê dixwazim." Alan bang li şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin wiha kir: "Rêya we vekirî be. We ji me re cîhan ronî kir."

Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm jî axivîn û sersaxî li malbatê dan.

Piştî axaftinan girseyê heya ber konê sersaxiyê yê li Kolana Cumhuriyetê ya Taxa Dih ji bo Alan hatî vekirin meşiya.