Platforma Jinê ya Dêrsimê ji girtiyên jin re qert şand

Jinên Dêrsimî, ji girtiyên jin re bi wesîleya 8'ê Adarê qert şandin. Hevseroka ÎHD'ê ya Dêrsimê Parêzer Bîlgîn xwest, girtiya nexweş Nûray Atmaca tavilê bê tedawîkirin.

Jinên Dêrsimî, ji girtiyên jin re bi wesîleya 8'ê Adarê qert şandin. Hevseroka ÎHD'ê ya Dêrsimê Parêzer Bîlgîn xwest, girtiya nexweş Nûray Atmaca tavilê bê tedawîkirin.

Platforma Jinê ya Dêrsimê, li Kolana Hunerê civiya û ber bi Midûriyeta Bajêr a PTT'ê ve meşiya. Li dû meşê, jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê qert ji girtiyên nexweş re şandin.

Ji jinên beşdarî çalakiyê bûn Havîn Balta da xuyakirin ku birayê wê di operasyonên qirkirina siyasî de hatiye girtin û got, "Em hêvîdar in 8'ê Adarê ya îsal, bibe wesîleya sala azadbûna girtiyên jin, nexweş û hemû girtiyan."

PAKÊTA GUMANBAR

Di dema meşa jinan de, li kolaneke jêrîn ekîbên Midûriyeta Emniyetê bi îdîaya pakêta gumanbar, bi qasî nîv saetê trafîk sekinandin. Dema jinan qert dişandin jî pakêta gumanbar hat teqandin.

Jinan bi qîrîna 'Mêr lê dixe, dewlet diparêze' dawî li çalakiya xwe anîn.
 
BÎLGÎN: ŞERT E ATMACA BÊ TEDAWÎKIRIN

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Dêrsim Parêzer Sûna Bîlgîn jî da xuyakirin ku bi sedan girtiyên nexweş, bi nêzîkatiyeke binpêkirina mafê jiyanê, nayên tedawîkirin.

Bîlgîn got, "Yek ji girtiyên jin ên Dêrsimî Nûray Atmaca, di asteke xetere de hestiyê wê dihele û ji ber bi nexweşiya SLE ye, divê li nexweşxaneyeke xurt bê tedawîkirin. Lê belê ne tê sewqkirin ne jî tê berdan."