JIN
Jinên Amedî diyar kirin ku divê li dijî hişmendiya mêr-perwer jin têbikoşin û divê hişmendiya jinan di nav civakê de bê xurtkirin.
Jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Amedê hatin ba hev û şitil danîn. Jinan ji Amed, Sêrt û Îzmîrê ji bo jinên dîlgirtî qert şandin.
TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe wezîfeya me ya bingehîn. Roj roja mezinkirina têkoşînê û meşa ber bi serketinê ve ye."
Şaredariyên DEM Partiyê bi dirûşma 'Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin' dan destpêkirin ku wê salekê dewam bike.
KJK'ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got, "Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere." KJK'ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin.
Hemû Nûçe
-
Ji 13 saziyên jinan meşa silavkirina ji bo YPJ’ê
Li bajarê Elmanya Kolnê 13 saziyên jinan beşek li dar xistin û 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di meşê de peyama xurtkirina piştevaniya hemû jinên cîhanê ya bi hev re hate dayin û dirûşmên “Bijî YPJ” hatin gotin.
-
-
-
Li Belçîkayê aktîvîteyên 8’ê Adarê
Li paytexta Belçîka Brukselê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin. Di meşa ku nêzî 50 saziyan organîze kirin ji gelên cuda jî gelek jin beşdar bûn. Li bajarê Genk jî civînek hat lidarxistin.
-
Jin li sînorê Rojava kom bûn
Gelek jinên li welatên cîhanê di çarçoveya Meşa Jinan hatin Nisêbînê li sînorê Kantona Cizîrê kom bûn. Li her du aliyên sînor mitîng tên lidarxistin û sînorên sunî yên herî ji holê rakirin.
-
-
Ji KJAR peyama 8’ê Adarê
Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.
-
Em ê ji bo mafên jinan ên di Quranê de têbikoşin
Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistan der barê 8’ê Adarê de daxuyaniyek da û got: “Em endamên Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistanê, ji bo ku mafên jinan yên di Quranê û mafên jinan ên Îslamê de derxînin holê têbikoşin."
-
Li Romayê panela 8’ê Adarê
Li paytexta Îtalya Roma di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Mala Jinan a Navneteweyî ya Roma panelek hat lidarxistin. Panel diyarî berxwedêrên jin ên Kurd hat kirin.
-
-
Ji YXK-JIN çalakiya 8’ê Adarê
Li bajarê Giessen ê Elmanya di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de YXK-JIN, bi armanca şermezarkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xist.
-
Parastina cewherî şertê sereke yê azadiya jinê ye
Endama Konseya Komutaya YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya îsal hêza rêxistinbûna jinê derxistiye holê û ev hêza derketiye holê wê bo jinan û gelan azadiyê bîne.
-
-
-
Pîrozbahiyên 8'ê Adarê didomin
Jinên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan, daxwazên xwe anîn ziman û banga bilindkirina têkoşînê kirin.
-
-
-
-
-
Ocalan: Şoreşa me şoreşa jinê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji jinan re şand got, "Wekhevî û azadî bi meseleya jinê pêk tê. Ji ber vê yekê şoreş ame şoreşa jinê ye."
-
-
-
-
-