Ceylan Korkmaz ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin

Li navçeya Siwêreg a Riha Ceylan Korkmaz a rastî erîşa bi çek a hevserê xwe Ahmet Korkmaz hat, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Siwêreg a Riha, Ceylan Korkmaz a rastî êrîşa çekdarî ya hevserê xwe Ahmet Korkmaz hat, jiyana xwe ji dest da.

Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku aktîvîte didomin, nûçeyên şidet, tacîz, tecawiz û komkujiyên li hember jinan tên. Li navçeya Siwêreg a Riha Ceylan Korkmaz (35)a ji bo zarokên xwe bîne çû dibistanê rastî êrîşa bi çekê ya hevserê xwe Ahmet Korkmaz  hat. Ceylan a bi tifinga pompeyî bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê û ji wir jî sewqî Riha hat kirin. Ceylan a di rê de jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morgê.

Hat diyarkirin ku ligel Ahmet Korkmaz ê Ceylan qetil kir, Sezer Korkmaz, Nevzat Korkmaz, Tahsîn Korkmaz û Polat K jî hatine binçavkirin.

Bersûcê qetilkirinê Ahmet Korkmaz, Sezer Korkmaz, Nevzat Korkmaz û Tahsîn Korkmaz hatin qetilkirin, Polat K jî hat tehliyekirin.