Pîrozbahiyên li Îtalyayê diyarî YPJ’ê hatin kirin
Rêxistin û aliyên femînîst ên Îtalyayê 8’ê Adara îsal bi dirûşma, ‘Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana YPJ’ê’ pêk bînin.
Rêxistin û aliyên femînîst ên Îtalyayê 8’ê Adara îsal bi dirûşma, ‘Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana YPJ’ê’ pêk bînin.
Rêxistin û aliyên femînîst ên Îtalyayê 8’ê Adara îsal bi dirûşma, ‘Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana YPJ’ê’ pêk bînin
Berxwedana jinên Kurd li Îtalyayê mijara sereke ya bernameyên 8’ê Adarê ye. Bi giştî wê li 12 bajaran bername pêk bên, semîner û panelên ku mijara wan parastina cewherî ya jinên Kurd, berxwedana Kobanê û çalakiyên hevpar ên jinên cîhanê ye pêk bê. Her wiha di meşan de wê YPJ bê silavkirin.
Ligel Paytext Roma û bajarên herî mezin Bolgona û Mîlano, wê li Albano, Pesaro, Genova, Pîsa, Pontedera, Bolzano, Alessandrîa komên femînîst û rêxistinên jinan wê berxwedana jinên Kurd nîqaş bikin. Pîrozbahiyên Sîcîlya û Sardegna de jî wê bi dirûşma ‘Ji Şengalê heta Kobanê bijî berxwedana YPJ’ê’ pêk bê.
Ev bernameyên li bajarên cuda pêk tên ji aliyê Yekîtiya Jinên Îtalyayê, Kolektîfa Navenda Jinan, Mala Jinan a Navneteweyî ya ya li Romayê ( Casa İnternazionale Delle Donne) û Kolektîfa Femînîst organîze dike.
YPJ’Ê RÊXISTINÊN JINAN YÊN ROMAYÊ ANÎ CEM HEV
Çalakiya herî mezin li Romayê pêk tê. Bernameya ji aliyê Kolektîfa Jinan û Rifondazione Comunista ve tê organîzekirin, wê nûnerên Komeleya Senza Confîne, Kolektîfa Navenda Jinan û Radyo Onda Rossa Feminist Kolektifi biaxivin. Her wiha li ser navê jinên Kurd wê Fatma Gulmez jî biaxive. Di bernameya ku di roja yekşemê saet di 17.30’a li Pîazza Zama destpê dike wê karîkatorîstên îtalyan Zerocalcare çavderiyên xwe yên li Pirsûsê vebêje.
LI BOLOGNA WÊ PIRTÛKA CANSIZ BÊ NASANDIN
Li Bologna îro bername startê dide. Îro saet di 17’an de pirtûka Sakîne Cansiz ya bi navê ‘Jiyana min her tim pevçûn bû’ ya li Îtalyanî hatiye wergerandin wê bê nasandin. Ji Nûneriya Tevgera Jinan a Kurd ya Navneteweyî Nursel Kiliç wek axaftinker wê tevlib ibe.
Bernameya din ya li Bologna di 8’ê Adarê de saet di 16’an de li Pîazza Mecîone ji aliyê Lezbiyen Femînîstan ve pêk tê.
YA LI MÎLANO BI DIRÛŞMAN PÊK TÊ
Bernameya li Mîlano jî bi dirûşma ‘Ji Rojava ji me re’ hat organîzekirin. Bername ji aliyê koma femînîst ve tê organîzekirin û wê di 8’ê Adarê de pêk bê. Piştî meşa ku saet di 14’an de pêk tê êvarê saet di 18’an de jî smînerek pêk tê. Nursel Kiliç wê di semînerê de biaxive.
Bernameya li Pîsa jî di 8’ê Adarê de pêk tê. Di bernameyê de hevseroka KCD-E Dilşa Osman wê biaxive. Semînera saet di 17’an de destpê dike wê bi dirûşmeya ‘Li Kobanê berxwedana jinê- her bajar Kobanê ye’ pêk bê.
Îro jî saet di 17.30’an de bernameyek pêk tê. Şaredariya Pontedera jî piştgiriyê dide bernameyê.