Li Qeladizê jinên Rojhilatî 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên penaber ên Rojhilatî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.
Jinên penaber ên Rojhilatî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.
Jinên penaber ên Rojhilatî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.
Jinên penaber ên Rojhilatî yên li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê dijîn, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê aktîvîteyek li dar xistin. Aktîvîte ji aliyê Komîteya Şehîd Eser a KJAR ve hat organîzekirin. Jin bi cilên xwe yên herêmî tevlî bûn. Govenda jinan reng tevlî bernameyê kir.
Di peyana Komîteya Şehîd Eser a hat xwendin de wiha hat gotin, “Penabertî û dûrbûna ji welatê me me bêhêvî nake. Vir jî Başûrê Kurdistanê jî parçeyekî Kurdistana me ya rengîn e. Pêwîst e êdî Komara Îslamî nekeve nav pêkanînên derveyî mirovatiyê. Divê zext neyên kirin. Ev nêzîkatiya Îranê wê bi ti awayî bi ser nekeve.”
Aktîvîteya jinên Rojhilatî bi dirûşmên, ‘Jin Jiyan Azadî û Bijî Serok Apo’ bi dawî bûn.