Parastina cewherî şertê sereke yê azadiya jinê ye

Endama Konseya Komutaya YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya îsal hêza rêxistinbûna jinê derxistiye holê û ev hêza derketiye holê wê bo jinan û gelan azadiyê bîne.

Endama Konseya Komutaya YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya îsal hêza rêxistinbûna jinê derxistiye holê û ev hêza derketiye holê wê bo jinan û gelan azadiyê bîne.

Alkan bi lêv kir ku di alî jinan de demek dîrokî tên jiyîn û hema hema piştî hezaran salan jin bi coşek mezin li tevayî cîhanê bi piştevanî, ruh û armanca hevpar daketine qadan. Alkan anî ziman ku êdî di alî jinan de ti tişt ne wek berê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsal em dikevin sala 105.  8’ê Adarê û li Kobanê û Kurdistanê bi pêşengiya jinê, jinên cîhanê ketin serdemek nû. Êdî ev tê zanîn ku ji bo jinê ti tişt ne wek berê ye. Jin li ser navê mirovahiyê ketine demeke nû. Dem dema azadiyê ye. Îrade, îdîa û baweriya ku wê têkoşîn zehmetir derbas bibe de wê xurttir be.”

Alkan destnîşan kir ku starta 8’ê Adarê ya îsal li qada Rojava ya ku şoreşa Rojava lê pêk hatiye tê dayîn û pêkanîna kongreya jinan a cîhanê a li Kurdistanê gelek girîng e û ev destpêka demeke nû ye. Ne tenê jin, bi giştî mirovahiya bindest, civaka demokratîk-şoreşger ketin nava hewldana xwedîderketina li têkoşîn azadiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê jî ne tenê jinên cîhanê hemû gelên bindest û civaka demokrat-şoreşger ketine nava piştevaniyê. Ya ruh dide 8’ê Adarê ev rastî ye. Bêguman ev li ser navê têkoşîna jinên cîhanê tê wateya civakîbûnê. Ev zêdetir tê wateya civakîbûn û siyasîbûnê.”

AZADIYA CIVAKÎ BI PÊŞENGIYA JINÊ PÊK TÊ

Ferîde Alkan diyar kir ku geşedanên bi pêşengiya jinê pêk hatine, di teşebûna civakî ya nû de bandorên mezin dike û geşedanên civakî yên ji vir şûnde wê pêk bên wiha îfade kir: “Berxwedanên Kobanê, Şengal û Şoreşa Rojava ev nîşanî jinan daye. Azadiya jinê di rêxistinbûna jinûve derbas dibe, li ser bingeha demokratîk jinûve avabûna wê şênberbûnê qezenc dike. Ev jî ferz dike ku jin wek hêza sereke tevlî pêvajoya avakirinê bibe. Civakek nû bi nirxên azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk ya jinê dikare bê avakirin.

Ji bo ev pêk bên parastina cewherî û rêxistin girîng e. Hewcedarî bi parastina cewherî û  parastina xaka xwe ya li dijî êrîşan heye.  Li cihekî ku jin nekaribe nirxên xwe biparêze li wir avakirineke jinûve ya bi tendurist jî ne pêkan e. Heta niha kêmasiya di tevgerên jinên cîhanê de ev bû.  Nuqteya ku der barê têkoşîna azadiya jinê ya bi pêşengiya Rêber Apo de ya fêm nedikirin jî ev bû. Yanî bi Nêrîna derve re em wek hêzeke sosyalîst a klasîk ya êkoşîna rizgariya jinê dimeşîne didîtin. Artêşbûn, partîbûn, îdeolojiya rizgariya jinê û projeya jiyana azad ji ber vê fêm nedikirin. Bi şoreşa Rojava re fêm kirin ku artêşbûna jinê çiqas girîng e, dikare çi bike,  partiya jinê di avakirinê de dikare çawa rola xwe bilîze fêm kirin.”

PARASTINA CEWHERÎ ŞERTA SEREKE YA AZADIYA JINÊ YE

Alkan di berdewamiya axaftin xwe de bilêv kir ku geşedanên hatine jiyîn nîşan daye ku parastina cewherî çiqas girîng e û wiha pêde çû: “Artêşbûna jinê hewcedariyeke. Şoreşa Rojava, berxwedanên Kobanê û Şengalê nîşanî hemû jinan û bi giştî jî mirovahiyê daye ku; ji bo azadiya jinê,  hewcedarî bi parastina cewherî ya , artêşbûna jinê heye.  Li cihê ku parastina cewherî ya jinan tinebe nekare behsa hebûna rêxistinkirî, watedar û bi ewle ya jinê bê kirin. Mixabin hemû civakê ev vala piştî hovîtiya DAIŞ’ê ferq kiriye.

Divê civak xwe li ser esasê parastina cewherî rêxistin bikin û ev gelek girîng e.  Ger civakekê hişmendiya parastina cewherî qezenc kiribe, yanî muxtacî kesê nebe û bikaribe xwe biparêze wê demê dikare hebûna xwe biparêze. Niha civak û ciwanan ji ber ev ferq kirine tevlî gerîlayan dibin. Êdî şervanên jin bûne hêviya gelan.”

WÊ ÊDÎ NE WEK BERÊ BE

Alkan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 8’ê Adara îsal de hemû jinên cîhanê bûne rêhevalên Arîn, Stêrk, Silav, Destînan, Hebûnan. Li dijî qetilkirina Ozgecan a rastî tecawizê hat û piştre hat qetilkirin bi bertekan nîşan dan ku ti tişt ne wek berê ye. Êdî rastiya jinên ku xwe rêxistin dikin heye û ti hêz nekare li dijî vê bisekine.”