Starta 4. Sala Çalakiyê ya MJC li Kurdistanê hat dayîn
Starta 4. Sala Çalakiyê ya Meşa Jinê ya Cîhanê (MJC), bi armanca silavkirina şoreşa jinê ya Rojava, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hat dayîn.
Starta 4. Sala Çalakiyê ya Meşa Jinê ya Cîhanê (MJC), bi armanca silavkirina şoreşa jinê ya Rojava, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hat dayîn.
Starta 4. Sala Çalakiyê ya Meşa Jinê ya Cîhanê (MJC), bi armanca silavkirina şoreşa jinê ya Rojava, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hat dayîn.
Tora çalakiyê ya femînîst a global, starta aktîvîteyên 4. Sala Çalakiyê ya MJC, ji bo diyarî şoreşa jinê ya Rojava bike li Kurdistanê da. MJC ku pênc salan carekê pêk tê û ya destpêkê di sala 2000'î de hat lidarxistin, bi armanca silavkirina jinên berxwedêr ên li Kobanê li ber xwe didin û ji bo rakirina sînoran li Nisêbînê dstpê kir. Ji bo MJC a bi beşdariya jinên ji her çand, ziman, ol û nîjadî, ku bi şiyara "Heta li tevahiya cîhanê jin azad bibin em dimeşin", "Bi jina li Kobanê li ber xwe didin re em xwe birêxistin bikin, jiyanê azad bikin"pêk tê, navçe bi rengê jinê hat xemilandin. Jinên ji Elmanya, Sirbîstan, Portekîz, Yewnanîstan, Fransa, Spanya, Afganîstan, Arjantîn, Lubnan, Katalan, Îngilîstan, Bask, Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê herikîn navçeyê û li ber Navenda Çandê ya Mîtannî li hev civiyan. Jinên bi kincên xwe yê gelêrî bal kişandin, li ber stranan govend gerandin.
Navenda Çandê ya Mîtannî ya Şaredariya Nisêbînê ku ji bo panel û forman hat amadekirin, bi wêneyên şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan, Dogan û Leyla Şaylemez, rojnamevan Denîz Firat, Gûrbetellî Ersoz, Arîn Mîrxan, Sîbel Bûlût, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Kader Ortakaya, Çîçek Botan, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Xwişkên Mîrabel, Gulnaz Karataş, Rahşan Demîrel, Ekîn Ceren Dogrûak, Delîla, Viyan Soran, Gûrbet Aydin, Şîrîn Elemhûyî û Evrîm Demîr hat xemilandin. Jinên Nisêbînî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Kobanê" mêvanên xwe pêşwazî kirin.
JINAN LANET LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê ANÎN
Di meşa ku berxwedana Kobanê mora xwe lê da de, jinan bi yek dengî lanet li çeteyên DAIŞ'ê anîn. Li jinên mêvan kefî ya rengê jinê hat belavkirin û li hewşa navenda çandê pêşangeha wêneyan a bi navê "Rûyê jinê yê berxwedêr" hat vekirin. Ji bo Sakîne Cansiz jî lênûseke bîranînê hat amadekirin. Jinên ji welatên cuda yên cîhanê hatin, hestên û ramanên xwe der heqê Cansiz de nivîsandin.
Jinan her wiha rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav kirin.
NAVÇE BI RENGÊ JINÊ XEMILÎ
Li navçeya ku her kolan bi rengê jinê xemilî, pankartên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Suryanî û Erebî yên bi nivîsên "Heta Jin Azad bibin em ê bimeşin", "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re em jiyanê azad bikin" hatin daliqandin. Bîlboardên li gelemperiya navçeyê jî bi afşînên Meşa Jinê ya Cîhanê hatin xemilandin. Li Navenda Çandê ya Mîtannî li du salonên cuda panelên "Konfederalîzma Demokratîk û bi Pêşengiya Jinê Şoreşa Rojava", "Talana Ekolojî û Xwezayê" hatin lidarxistin.