Hevseroka Giştî ya KCD’ê Selma Irmak a di mîtînga herêmê ya 8’ê Adarê ya li gundê Mehser de axivî got, "Bi vê rêxistinbûnê ne pergal ne jî zîhniyeta zilmkar a zilam dikare bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke gerdûnî ye. Jinên li Kobanê li ber xwe dan bi berxwedana xwe navê li tevayî cîhanê dan bihîstin. Bi hezarê salan wê ev jin di dîrokê de bijîn. Em weke jinên Kurd heta dawiya jiyana xwe em ê şopdarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.”
Di mîtînga 8’ê Adarê ya herêmî ya li gundê Mehser ê Pirsûsê pêk hat, Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez, 8’ê Adarê li jinên YPJ’ê yên navê xwe li Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê kirin pîroz kir. Paşê Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî ya ji Kobanê hat diyar kir ku ji ber li pêşberî Kobaniya ku ji her malê çend şehîd hatin dayîn û berxwedana jinên YPJ’yî azad bû û sembola Kobanê Miştenûr in serbilind e. Eyşê Efendî; şervanên YPG û YPJ’ê yên bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin rê, bi canê xwe berxwedanek nîşan dan û gelê Bakurê Kurdistanê yê ji roja destpêkê ve piştgirî da vê berxwedanê silav kir.
Paşê piştî silava Fevziye Ebdî ya li ser navê rêveberiya Kantonê, Parlamentera Qersê ya HDP’ê Mulkiye Bîrtane axivî. Piştî axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bû sedema coşeke mezin. Peyama Ocalan a ji aliyê aktîvîsta KJA Ceylan Bagriyanik a di heyeta Îmrali de cih digire hat xwendin bi deqeyan bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Piştî peyama Ocalan Hevseroka Giştî ya KCD’ê Selma Irmak axivî. Irmak diyar kir ku ji ber li pêşberî xaka Kobanê ya azad in ji bo wan pîozbahiyeke pir mezin e û êdî ti wateya sînorên çêker ên di navbera Kobanê û Pirsûsê de nemaye. Irmak got, "Em şervanên jin ên li Kobanê silav dikin. Em li hember têkoşîna wan bejna xwe ditewînin."
Irmak axaftina xwe wiha domand: "Bi vê rêxistinbûnê ne pergal ne jî zîhniyeta zilmkar a zilam dikare bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke gerdûnî ye. Jinên li Kobanê li ber xwe dan bi berxwedana xwe navê li tevayî cîhanê dan bihîstin. Bi hezarê salan wê ev jin di dîrokê de bijîn. Em weke jinên Kurd heta dawiya jiyana xwe em ê şopdarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.”
Piştî axaftinan hunermenda NÇM’ê ya Stenbolê Zelal Gokçe û komên muzîkê yên Koma Arîn derketin dike û mîtîng bi stranên wan bi dawî bû.