Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistan der barê 8’ê Adarê de daxuyaniyek da û got: “Em endamên Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistanê, ji bo ku mafên jinan yên di Quranê û mafên jinan ên Îslamê de derxînin holê têbikoşin. Mafên ku Xweda dane me em ê bi xebatên xwe dîsa qezenc bikin."
Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku li ser xaka ku jin bi zindî hatin çalkirin, Xweda ji bo ku newekheviya di navbera mirovan de ji holê rabe, nûra xwe şandiya erdnîgariya ku herî zêde tarîtî ketiye ser.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Xweda (cc) bi hevkariya Hz. Pêxember (sav) re têkiliyên mirovan li ser edaletê saz kiriye û got: “Di ayeta yekemîn a sureya Nîsa de Xweda wekheviya jin û mêr tîne ziman. Xweda li cîhanê her tişt cot afirandiye. Ti zayendek ji ya din ne bilindtir e."
Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku Quran û Pêxember di cudahiyê nake navbera jin û mêr û her wiha ji ber zilma civakê zêdetir hesasiyetê nîşanê jinê dide.
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em endamên Şuraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistanê, ji bo ku mafên jinan ên di Îslamê û Quranê de derxînin holê wê têbikoşin. Mafên ku Xweda dane me em ê bi xebatên xwe dîsa qezenc bikin. Roja hemû jinên cîhanê pîroz dikin û em ji Xweda daxwaz dikin ku ev têkoşîna me ya mafdar bigihêje serketinê.”