Li ser sînorê Kobanê wê peyama Ocalan a 8'ê Adarê bê xwendin

Ji bo mîtînga 8'ê Adarê, bi hezaran jin ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê diherikin ser sînorê Kobanê. Tê payîn ku di mîtînga bi rengê jinê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adarê bê xwendin.

Ji bo mîtînga herêmî ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jin diherikin gundê Mehser ê Pirsûsê. Li gundê ku bi rengê jinê xemilî, li qada mîtîngê wêneyên Viyan Soran, Arîn Mîrxan, Kader Ortakkaya, Sakîne Cansiz, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bêyî azadiya jinê, gelek azad nabe", "Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re em xwe birêxistin bikin, jiyanê azad bikin", "Ji Kobanê heta Îmraliyê sonda azadî" hatin daliqandin.

Hat ragihandin, ku di mîtîngê de wê Ceylan Bagriyanik a di nava heyeta Îmraliyê de cih digire, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane û li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê Fevziye Ebdî axaftinê bikin. Tê payîn ku peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê mora xwe li mîtîngê bixe.