Li Romayê panela 8’ê Adarê

Li paytexta Îtalya Roma di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Mala Jinan a Navneteweyî ya Roma panelek hat lidarxistin. Panel diyarî berxwedêrên jin ên Kurd hat kirin.

Li paytexta Îtalya Roma di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Mala Jinan a Navneteweyî ya Roma panelek hat lidarxistin. Panel diyarî berxwedêrên jin ên Kurd hat kirin.

Di panelê de Nûnera Yekîtiya Jinan a Îtalya Vittoria Tola, Seroka Mala Jinan a Navneteweyî Francesca Koch, ji Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinan a Kurd Nûrsel Kiliç axivîn.

Nûnera Yekîtiya Jinan a Îtalya Vittoria Tola, behsa berxwedan û têkoşîna bi bîsîklet a jinan kir. Tola diyar kir ku di nav Partîzan de ji bo jin xizmetê li şoreşê bikin bi bîsîkletan kuryetî û alîkariya lojîstîk dikirin. Tola got ku ev ked ji bo pêkanîna şoreşê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Seroka Mala Jinan a Navneteweyî Francesca Koch jî got ku divê mîraseke wiha rast bê nirxandin û xizmetê ji têkoşîna gerdûnî re bike.

Ji Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinan a Kurd Nûrsel Kiliç jî gotara bi navê, “Di nav têkoşînê de şoreş” pêşkêş kir. Kiliç behsa pêşveçûna Tevgera Jinên Kurd kir û diyar kir ku tevgera jinan a Kurd ne tenê têkoşîneke heq meşandiye di heman demê de projeyeke peymana civakî hildigire. Kiliç got ku ew proje îro li Rojava pêk hatiye.