Li Belçîkayê aktîvîteyên 8’ê Adarê
Li paytexta Belçîka Brukselê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin. Di meşa ku nêzî 50 saziyan organîze kirin ji gelên cuda jî gelek jin beşdar bûn. Li bajarê Genk jî civînek hat lidarxistin.

Di Meşa Jinan a Cîhanê de ku îsal diyarî jinên Kurd hat kirin, di meşa wek baskê Belçîkayê de, ligel jinên Kurd, Belçîkayî, Ereb û Amerîkaya Latîn ji komên cuda jî jin beşdar bûn. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin.
LI GENK CIVÎNA JINAN
Di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li bajarê Genk ê Belçîkayê civînek hat lidarxistin. Di civînê de dîroka têkoşîna jinan hat vegotin, axaftvanan bal kişandin ser têkoşîna jinan a li Şengal û Kobanê.
Îro jî li ber Gare Central wê bi wesîleya 8’ê Adarê bi dirûşma, "Bijî YPJ ya li Şengal û Kobanê li ber xwe dide” mîtîngek bê lidarxistin.