Bi pêşengiya RJAK'ê jin ji Silêmanî dimeşin Şengalê
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin ji Silêmanî dimeşin Çiyayê Şengalê.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin ji Silêmanî dimeşin Çiyayê Şengalê.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin ji Silêmanî dimeşin Çiyayê Şengalê.
Bi vê armancê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK), girseyek ji jinan îro saet di 12:00 de li Sûka Giştî ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê li hev civiyan.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li vê derê, çûn parka Baxê Giştî û li vir govend gerandin.
Koma ji jinan ji vê derê jî ketin ser rêya Kerkûkê û piştî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Kerkûkê wê biçin Hewlêrê.
Tê payîn ku karwanê jinan, di 8'ê Adarê de xwe bigihîne Çiayyê Şengalê û li gel jinên Êzidî yên li Çiyayê Şengalê 8'ê Adarê pêşwazî bike.