Gerîlayên jin 8’ê Adarê bi coşek mezin pêşwazî dikin
Gerîlayên jin 8’ê Adarê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Gerîlayên jin diyar kirin ku 8’ê Adarê tê wateya roja berxwedan û têkoşînê.
Gerîlayên jin 8’ê Adarê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Gerîlayên jin diyar kirin ku 8’ê Adarê tê wateya roja berxwedan û têkoşînê.
Gerîlayên jin 8’ê Adarê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Gerîlayên jin diyar kirin ku 8’ê Adarê tê wateya roja berxwedan û têkoşînê.
Gerîlayên YJA Starê da zanîn ku 8’ê Adarê tê wateya roja têkoşîn û berxwedanê.
Ciwan Destan: Destpêkê ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ev saleke ez li çiyayê azad im. Ez yekem car li çiyayan 8’ê Adarê pîroz dikim. Ez bi vê wesîleyê 8’ê Adara hemû gerîlayên jin pîroz dikim. Wek jinekê ji Rêber Apo re silavê dişînim.
Têkoşîna bi Klara Zetkin, Rosa Luxembourg re destpê kir li çiyayan bi Bêrîtan, Zîlan,Sema û şehîdên jin dimeşe û divê em layîqê vê bin. Jin dikarin xwe li çiyayan azad bikin û li vî esasî derketine çiyayan. Rêber Apo diyar kir ku jin xwedawend in. Lê jinên li bajar wek kole tên dîtin. Rêber Apo ji bo vê bişîkîne hewl da. Rêya çiyayan nîşanî jinan da. Divê roja jinan ne 8’ê Adarê, her roj be.
Berîtan Malatya: Mirov, ketin, bilindbûn û serketina jinê dikarin di PKK’ê de bibînin. Di partiya me de jin kedek mezin didin. Ji ber li çiyayan û di van şert û mercan de jiyîn zehmet e. Bi jinekê re evîn û girêdayîn tinebe jiyan zehmet e.
Jinên Kurd bi Rêber Apo re bûn xwendawend. Rêber Apo ji şehîd Zîlan dibêje ‘Xwedawend e’. Em jin wê xeta Bêrîtan, Zîlan, Sarayan esas bigirin.
Berîtan Botan: Ger ez 8’ê Adarê binirxînim ez dikarim bêjim ku ez wek jinekê berxwedana Sara, Arîn, Hebûn, Rojenan mînak digirim û di nava hewldana ku di rêya wan de bimeşe de me. Ez hêzên YPJ’ê yên di xeta berxwedana jinê de mînak digirim.
Dunya Axîn: Dema 8’ê Adarê tê gotin têkoşîn û berxwedan tê hişê min. Ji bo me rojek girîng û pîroz e. Ger jin dixwazin azad bin bila berê xwe bidin çiyayan û xwe perwerde bikin. Heta niha dîroka koletiya jinê hatibû nivîsin lê ji vir şûn ve wê dîroka azadiya bi Rêber Apo re bê nivîsin. Em ji bo vê hewl didin. Mînaka vê YPJ ye. Kesên gotin jin nekarin tiştekî bikin, dîtin ku jin çawa şer dikin û serî hildidin.
Mizgîn Ciwan: Jinan êşên mezin kişandin û hatin van rojan. Jinan her tim ked da û her tim tine hatine dîtin. Jin divê li dijî zîhniyeta serdest têbikoşe. Jina xwe rêxitsin neke nekare tiştekî bike. Ger niha em li vir bin ji ber em li dijî serdestan serî hildidin. Yên dibêjin ji jinan tiştek çênabe, em niha li vir leşkeriyê dikin. Jinan ev îrade nîşan daye.
Rêvan Zilan: 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Jina Kurd bi Rêbertiyê re serî hilda. Mînakên wek Bêrîtan, Sara, Zîlanan heye. Her tim berxwedan hebûn, îxanet nebû. Hevala Bêrîtan ji bo teslîm nebe xwe ji zinaran avêt. Arîn Mîrxan ji bo azadiya gelê me xwe feda kir. Hevala Sara ji bo di zîndanan de nepelçiqe berxwedanek mezin nîşan da. Divê em jî vê berxwedanê xurt bikin. Ez bangli hemû jinên civanê dikim ku têkoşînê bilind bikin.