Ocalan: Şoreşa me şoreşa jinê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji jinan re şand got, "Wekhevî û azadî bi meseleya jinê pêk tê. Ji ber vê yekê şoreş ame şoreşa jinê ye."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji jinan re şand got, "Wekhevî û azadî bi meseleya jinê pêk tê. Ji ber vê yekê şoreş ame şoreşa jinê ye."
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li navçeya Riha Pirsûsê bi beşdariya bi hezaran jinan çalakiyek tê lidarxistin.
Ji bo pîrozbahiya jinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şand. Peyama Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji aliyê endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve hat xwendin.
'EVÎNEKE CIVAKÎ'
Peyama Ocalan wiha ye : “Di şexsê Kobanê de jinan, bi ruhê berxwedanê yê Arîn Mîrxanan, çavên xwe ji bo jiyana nû, ji bo şaristaniya nû vekiriye. Ez bi van hestan we jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi rêzdarî silav dikim, 8’ê Adarê Roja We Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim. Tişta ku em dixwazin bi pêş bixin azadiya jinê ye. Niha hemû cîhan di şexsê jina ku li ber xwe dide de vê yekê dibîne û di kovarên xwe de cih dide vê bedewiyê. Vê evîna azadiyê ji vir destpê kir. Divê ev rast bên fêmkirin. Di rastiya Kurdistanê û Kurdan de divê mirov sosyolojiya evînê bizanibe. Ez evînê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana bi vana re girêdaneke paqij e, lê ku jiyana azad tine be ev bêwate ne. Tişta ku ez qal dikim evîneke civakî ye.
'JINA HERÎ BEDEW JINA KU JIYANÊ HERÎ AZAD DIJÎ YE'
Ji bo min azadiya jinê ji her tiştî girîngtir e. Jina herî bedew jina ku jiyanê herî azad dijî ye. Yekbûn û yekîtiya bi jina kole û mêrê desthilatdar re tişta herî kirêt û bêrûmet e. Dîsa ti tişt ji yekîtî û yekbûna bi jina azad û mêrê ku ji desthilatdariyê rizgar bûye re ne rast û hêjatir e.
Ev 30 sal in alîgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyalog û peymana min a bi jinê re girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê bi pêş bixin. Ev peyman ji kuştinên jinan bigire heta sinetkirina jinan, divê peymaneke ku li hemberî tecawiz û hemû tiştên wek wan têdikoşe be. Divê hûn bi kûranî binirxînin. Baweriya xwe bi mêran neynin. Dogmatîka mêran hilweşînin. Bi jinantiya xwe bawer bin. Azadî û wekhevî bi meseleya jinê pêk tê. Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa jinê ye.
'BÊYÎ JINÊ JIYAN NABE'
Bêyî jinê jiyan nabe. Bêyî azadiyê etîk û estetîk nabe. Tişta ku ez jê re dibêjim etîka jinê hêza jinê ya biryardayînê ye. Stendina jinekê yan jî dayîna keça xwe nayê qebûlkirin. Divê ti bibêjî ez ez im. Ez ne ya kesî me. Jin ne hevjîna mêrê xwe, keça bavê xwe yan jî xwîşka birayê xwe ye. Divê ne wisa be. Divê jin xwe be. Formula vê yekê xebata ji dil e, lêhûrbûn e, ronîkirina tariyê ye.
'EZ NABIM ENDAMÊ WELATEKÎ LÊ JIN TÊ KUŞTIN'
Erdogan berevajiyê tişta ku ez dibêjim, dibêje. Dibêje 3 zarok, zewaca zû. Ew jî bi zanebûn dibêje, ez jî bi zanebûn dibêjim. Du hişmendiyên dijberî hev in. Em ê bibînin ka ew bi ser dikeve yan em bi ser dikevin. Di nav xalên min ên Çareseriya Demokratîk de, azadiya jinê xala pêşîn e. Fêm nakin. Dibêjin “ çi eleqeya vêya bi çareseriya demokratîk re heye”. Ez zelal diaxivim. Têkiliya azadiya jinê ya bi çareseriya demokratîk re pir zelal e. Min berê jî got, li welatekî ku evqas jin lê bên kuştin, ez nabim endamê vê dewletê. Çareserî; bi hiqûqa jinê ya wekhevî û azadiyê pêk tê. Hiqûqa jinê, hiqûqa azadiyê ji bo min esas e.
'EZ RÊHEVALÊ WE YÊ ÇARESERIYÊ ME'
Ez dizanim ku jin hêzeke mezin ji min digirin û ez xwe jî wek rêhevalê we yê çareseriyê pênase dikim. Çanda mêrane ya serdest a 5 hezar salan, çanda tecawizkaran e. Em hewl didin ku rastiya jinê ya ku ev 9 hezar sal e têk çûye rakin ser piyan. Ji ber vê yekê cewher û kulîlka tevahiya xebata me ya muzakereyan xebata jinê ye. Lewre pirsgirêka jinê pirsgirêkeke çandî, siyasî, aborî û sosyolojîk e. Bi diyaloga xwe ya bi dewletê re em dixwazin ji bo azadiya jinê projeya civaka demokratîk veguherînin dewleta demokratîk.
'EZ AZAD IM HÛN Ê JÎ AZAD BIBIN'
Slogana jinan a ‘’Heta ku Ocalan azad nebe em azad nabin xweş e”. Lewre ez azad im. Hûn ê jî azad bibin. Ez bi we jinên ku li ber xwe didin pir bawer im. Ez dixwazim vêya bibêjim ku di pêvajoyeke dîrokî de cara pêşîn cihgirtina jinan a di heyeteke muzakereyan de, tiştekî dîrokî ye û ez pîroz dikim. Bi baweriya min sedsala 21’emîn wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê. Li ser van esasan ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û dilovanî silav dikim, ji bo têkoşîna we ya azadiyê serketinê dixwazim.”