Ji YXK-JIN çalakiya 8’ê Adarê

Li bajarê Giessen ê Elmanya di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de YXK-JIN, bi armanca şermezarkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xist.

Li bajarê Giessen ê Elmanya di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de YXK-JIN, bi armanca şermezarkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xist.

YXK-JIN li bajarê Giessen ê Elmanya, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi çalakiyekê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir. Di çalakiyekê şanoyeke ku rewşa jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve li bazarên koleyan tên firotin vedibêje hat nîşandan.

Di belavokên hatin belavkirin de hat diyarkirin ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê di encama pergala bi serweriya zilam e û hat destnîşankirin ku pêwîst e jinên ciwan bi awayekî aktîf xwe rêxistin bikin.

Her wiha îro jî saet 14.00’an wê meşa 8’ê Adarê li Giessen Seltersweg bê lidarxistin û saet 19.00’an li Cafe Amellie jî êvara fîlman bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna van çalakiyan bangawazî hat kirin.