KJK’ê bang li jinan kir ku li Nisêbînê bibin yek beden
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lava bang li hemû jinan kir ku tevlî meşa di 7’ê Adarê de li Nisêbînê pêk tê bibin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lava bang li hemû jinan kir ku tevlî meşa di 7’ê Adarê de li Nisêbînê pêk tê bibin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lava bang li hemû jinan kir ku tevlî meşa ku di 7’ê Adarê de li Nisêbînê pêk tê bibin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lava got ku têkoşîna li New Yorkê destpê kiriye îro li Kobanê, Şengal û çiyayên Kurdistanê didome û got: “8’ê Adarê îsal bi dirûşma ‘Em bi jinên ku li Kobanê li ber xwe dan re xwe rêxistin bikin’ li Kurdistanê bi awayekî xurt tê pêşwazîkirin.”
DIVÊ JINÊN KURD DI ENIYA PÊŞ DE CIH BIGIRIN
Lava got ku starta çalakiyên meşa jinan a cîhanê ku di 2000’î de destpê kiriye û 5 salan carê tê kirin, îsal li navçeya Nisêbîna Bakurê Kurdistanê pêk tê û got: “Ev gelek watedar e. Di 2014’an de di serî de li erdnîgariya Kurdan û Rojhilata Navîn geşedanên girîng hatin jiyîn. Çeteyên faşîst yên dijminê mirovahiyê DAIŞ û Boko Haram di serî de li serê jinan û mirovahiyê bûn bela. Xwestin Rojhilata Navîn di her alî de qir bikin. Lê li dijî vê zalimiyê li ber xwe dan bilind bû. Jinên Kurd di vê berxwedanê de di eniya pêş de cih girtin. Di 2014’an de bi berxwedana Kobanê re têkoşîna azadiya jinê gihişt lûtkeyan. Îro li Kobanê di şexsê YPJ’ê de berxwedana pêş dikeve li bajarekî nayê dayîn. Ev têkoşîn bi Sarayan destpê kiriye û wek hilberîna têkoşîna jinên Kurd a 30 salî li Kobanê bi Arîn Mîrxanan berdewam kiriye. Ev 30 sal zêde ye jinên Kurd vê têkoşînê dimeşînin. Me mînaka şênber li Kobanê, Şengal û Mexmûr, Kerkukê dît.”
BEYÎ RÊXISTIN HEBÛNA JINÊ TINE
Lava got ku berxwedana li Kobanê pêk tê divê wek şerê çekdarî neyê dîtin û got: “Jinên Kobanê di her qada jiyanê de xwe rêxistin kirin û bi îradeya xwe, hebûna xwe derxist holê û bû hêz. Di encama vê de rastiya jina şervan derket holê. Jinên Kobanê bi vê berxwedana xwe bala hemû jinên cîhanê kişand.”
DESTPÊKÊ JINAN RAKIN SER PIYAN
Lava anî ziman ku jinên Kurd hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Cîhanê ji bo hemû jinan bûye çavkaniya hêz û moralê û got: “Her kesî rastiya ku di şexsê jinên Kurd de hatiye ispatkirin dît. Ev rastî çibû? Jin ne bêhêz in. Jin ne mahkumê firotin, şîdet û pelçiqandinê ye. Li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn mezin kirin û pêşengî kirin. Jinên Kurd xwe li dijî ferasetên ku li jinan dixin xwe rêxistin kirin û ji bo jin rabin ser piyan û li ser lingê xwe bisekinin têkoşîn meşandin. Jinên li cîhanê jî ev rastî dîtin û xwestin starta meşa jinên cîhanê bi jinên Kurd re bide. Di şexsê jinên Kurd de ferasetek jiyana nû şîn bûye û zîhniyeta serdest a mêr jî bi vê ferasetê êrîş kiriye. DAIŞ rûyê wan û hem jî jiyana wan tarî ye. Ev feraset jinê wek mal dibîne.”
JIN WÊ BIBIN YEK DIL Û AZADIYÊ QÎR BIKIN
Lava got ku di vir de dijminahiya li dijî jinê mijara gotinê ye û wiha berdewam kir: “Jinên ku nîvê jiyanê ava dikin, tine tên hesibandin. Ji ber vê jî dijminahiya jiyanê ya li dijî wan heye. Lê ne mimkun e ku ev aqil bê qezenckirin. Çima? Ji ber ku di pevçûna ronîbûn û tarîbûnê de ya ku bi ser bikeve wê ronahî be. Îro nûneriya ronahiyê tevgera azadiya jinan a bi pêşengiya hevala Sara pêş ketiye dike. Ji bo ev ronahî li hemû cîhanê belav be meşaleya azadiyê ya meşa azadiya li Nisêbînê destpê dike, wê heta Portekîzê biçe. Jin wê bi ziman, çand û azadiyên xwe bibin yek dil û azadî yekîtiyê qîr bikin. Di vî alî de meş gelek watedar e.
TÊKOŞÎNA LI NEW YORKÊ DESTPÊ KIR DIDOME
Lava diyar kir starta meşan di 1’ê Adarê de li Kurdistanê hatiye dayîn û dirêjî da axaftina xwe: “Li çar parçeyê Kurdistanê çalakî bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Çalakiyên îsal ji bo gelê Kurd gelek girîng in. Jinên Kurd 8’ê Adara îsal bi berxwedanên Şengal û Kobanê pêşwazî dike. Bi sedan jinên Şengalî dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Bi sedan hatin qetilkirin. Hatin koçberkirin. Jinên Kobanê hem bû şahidên şer û hem jî bûn pêşengên şer. Ji ber vê jî 8’ê Adara îsal gelek girîng e. 8’ê Adarê tenê ji bo me rojekê îfade nake. Dema mirov li dîrokê dinêre jin ji bo mafê xwe biparêzin li dijî zîhniyeta serdest têkoşînê dimeşînin û li ser vê berdêlan didin. Têkoşîna li New Yorkê destpê kir îro li Kobanê, Şengal û Çiyayên Kurdistanê didome."
ÊŞA JINAN SEDEMA TÊKOŞÎNA ME YE
Lava wiha berdewam kir: “Di pergala kapîtalîst de li dijî hemû jinan ku li reng, ziman û ola wan nanêrin, êrîşan pêk tînin. Di hedefa kapîtalîzmê de jin hene. Pergala serdest a mêr ku dizane jin neyê fetihkirin wê tiştek neyê bidestxistin, êrîşî jinan dikin. Îro zîhniyeta li Şengalê êrîşî jinan dike, bi zîhniyeta ku li Necefê 200 jinî qetil dike re hemane û bi zîhniyeta ku li Nîjeryayê keç hatin revandinê re hemane. Dîsa zîhniyeta ku li Sûriyeyê êrîşî Suryaniyan û jinan kirin jî, bi zîhniyeta ku Ozgecan Aslan qetil kirin re hemane û zîhniyeta ku li Îranê jinan recm dikin jî weke hev in. Ji bo jî çi Kurd, çi Ereb, Tirk an jî Afrîkayî, ferq nake. Her êşa jin dikişîne sedema têkoşîna me ye. Ti ji ku derê cîhanî bî yan jî ji kîjan nasnameyî bî ev ferq nake. Ger ti jin bî tê şîdetê bibînî û bê qetilkirin.“
DIVÊ BIHERIKIN QADAN
Lava destnîşan kir ku îsal cihê pêşwazîkirina 8’ê Adarê gelek cuda ye û got: “Bi dirûşma ‘Em bi jinên li Kobanê li be rxwe didin re jiyanê azad bikin’ li her der çalakî didomin. Ji bo tolgirtina jinên Şengalê wê jin dakevin qadan bertekên xwe bînin ziman. Divê jinên hemû civakan dakevin qadan. Divê li malê, taxan û kar ti jinek nemîne. Em bi coş û kelecanek mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Divê jinên Kurd ji qetilkirinan û hilweşînan re bêjin êdî bes e. Ji her demê zêdetir niha hewcedariya jinan bi rêxistinê heye.”
JIN DIVÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Lava got: “Divê jin bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin. Jinên Kurd divê bi rengên xwe tevlî bibin. Divê jinên Tirkmen, Ermenî, Ereb, Suryanî, Asûrî, Laz û Fars bi rengên xwe tevlî bibin. Divê dengên xwe bilind bikin û ji zîhniyeta paşverû re bêjin êdî bes e. Divê di 7’ê Adarê de li Nisêbîn hemû jin dengê xwe bilind bikin. Em wek KJK’ê ji hemû jinan re serketinê dixwazin.”