Jin li sînorê Rojava kom bûn
Gelek jinên li welatên cîhanê di çarçoveya Meşa Jinan hatin Nisêbînê li sînorê Kantona Cizîrê kom bûn. Li her du aliyên sînor mitîng tên lidarxistin û sînorên sunî yên herî ji holê rakirin.

Meşa Jinan a Cîhanê ya ku îsal ji Şoreşa Rojava hate diyarîkirin duh li Nisêbûnê bi tevlîbûna jinên ji 17 welatan û 4 perçeyên Kurdistanê hatin dest pê kir. Di çarçoveya meşa dê di meha comtehê li Portekîzê bi dawî bibe bernameyên hatin destpêkirin berdewam dikin û bername bi jinên li Kantona Cizîrê hatin li sînor berdewam dike. Jin serê sibê li ber Navenda Çandê ya Mîttanî hatin cem hev û bi meşê ber bi qadê ve çûn.
Li sînorê li hemberî hev mitîng pêk tên. Di meşê de pankartên "Heya hemû jinên cihanê azad dibim em dê bimeşin" û "Bi jinên li Kobanê ber xwe dan em jiyana azad înşa dikin" hatin daliqandin. Jinên tevlî bernameyê bûn bi kincên gelerî qada veguherendin deryaya rengan. Di meşê de staran û dirûşme hatin qêrîn. DI meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Denîz Firat, Kader Ortakaya, Xwîşên Mîrabel, Clara Zetkîn, alên YPJ, KJA, KCK û DKY'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
Jinên gihiştin sînor berê xwe dan Kantona Cizîrê û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî YPJ" berz kirin. Di heman seatê de li aliyê din ê sînor jî jinên Rojavayî bi meşê hatin sînor û bi dirûşmeyan bersiva da.
Qada mitîngê bi alên YPJ'ê hatin xemilandin û li sînor bi dehan tang, TOMA û wesayîtên zirxî û sedan leşker li ser sînor hatin bicihkirin.
Bernameya her du mîtîgan destpê kir.