8'ê Adarê li Hezexê bi girseyî hat pîrozkirin

Di mîtînga 8'ê Adarê ya li Hezexê de jinan xwestin Ocalan azad bibe.

Di mîtînga 8'ê Adarê ya li Hezexê de jinan xwestin Ocalan azad bibe. Her wiha bang li jinan hat kirin ku ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêşengiyê bikin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, di mîtînga bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi hezaran jin amade bûn. Mîtîng bi şiyara "Bi jina li Kobanê li ber xwe dide re em xwe birêxistin bikin, jiyanê azad bikin" li qada Newrozê ya li Taxa Atakentê pêk hat.
 
JINÊN DI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN NEHATIN JIBÎRKIRIN

Li gel Hevserokên HDP û DBP'ê yên Navçeyê, Hevşaredarên Hezex û bajarokê Deşta Darê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi hezaran jin bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî mîtîngê bûn. Qada mîtîngê bi alên YPJ û KJK'ê hat xemilandin. Li qadê, tevî wêneyên Gulnaz Karataş (Bêrîtan), şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin û pankarta bi nivîsa "Em di rêya sê jinên azad de têkoşîna xwe bilind dikin" hat vekirin.

JI OCALAN RE AZADÎ

Di axaftinên li mîtîngê de jinan xwestin Ocalan azad bibe û bang li hemû jinan hat kirin ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi berpirsyariya pêşengiyê rabin.

Di mîtîngê de Koma Hezex a muzîkê, Koroya Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê, Koma Sorxwîn a Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn a Cizîrê, Koma Jinên Cûdî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cûdî ya Şirnexê û Şîlan derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin.