Ji KJAR peyama 8’ê Adarê

‌Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.

‌Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a  Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. KJAR’ê got, “Di qada têkoşînê de bibin dengê Reyhane Cebarî, Şîrîn Elemhûlî, Şeyda û Sûreyayan tol ji vê zîhniyet û qatilên jinan û jiyanê bigrin.”

Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê 8’ê Roja Jinên Kedkar a  Cîhanê pîroz kir. KJAR’ê bang li jinan kir û got “Em weke KJAR bang li jinên Kurd, Belûç, Azerî, Fars û her jineke Îranî dikin ku ji bo dawîkirina çanda sêdare, asîd avêtin, sîxe û siyaseta li girtîgehan li hemberî jinan tê meşandin di roja 8’ê  Adarê de xwedî li ked û berdêlê jinên qehremanên di vê rêyê de canê xwe feda kirine derkevin. Di meydana têkoşînê de bibin dengê Reyhane Cebarî, Şîrîn Elemhûlî, Şeyda û Sûreyayan, tol ji vê zîhniyet, qatilên jinan û jiyanê bigrin.” 

KJAR’ê got, “Em roja 8’ê  Adarê li hemû jinên Azadîxwaz, jinên kedkar ên cihanê û mirovahiyê taybet jinên ku li Kobanê ji bona rûmeta mirovahiyê têkoşîna azadiyê didin pîroz dikin. Bi minasibeta vê rojê hemû jinên ku di meşa azadî, demokrasî, aştî, wekhevî û jiyaneke azad û cîhaneke azad de bedel dane bi bîr tînin. Roja 8’ê Adarê di têkoşîna azadiya jin de bi berdêlên pir mezin û di encama têkoşîneke dîrokî ya meşa azadiya jin ava bûye, em îro minetdarê vê kedê û şervanên serxistina vê dozê ne.

Ger di sedsala 21. de jin bi îdeaya ku ev sedsal yê bi azadiya jin bê tacîdarkirin tevdigere, ev yek encama têkoşîn û nirxên vê meşa azadiyê ye ku ji me jinan re weke mîras û deskeftiyekê hatiye hiştin. Di vê meşa 5000 salî de li hemberî zîhniyeta desthilatdar a zilam û pergala zayendîparêz ku jiyana azad û wekhev ya mirovahiyê dagir kiribû derketinên pir mezin û qehrimantiyê mezin ji bona azadiyê milê jinan de hatin jiyankirin. Rexmê ku qirkirin û şêwazê herî hovane ji bo dîlgirtin û xistina jinan hatibe meşandin jî tû car jinan dev ji vê têkoşîna xwe ya azadiyê ber nedan û bi azweriya azadî, jiyaneke demokratîk û aştiyane ji bo hemû mirovahîyê, meşa xwe ya azdiyê de bi israr bûn. Rexmê ku bi sedan jin bi navê cadi hatin şewitandin, zindî hatin bin axkirin û ber bi sêdareyan birin, lê jinan her tim îdea û girêdana xwe ya azadiyê dûbare kirin. Jinên ku li kargeha Newyork hatin şewitandin, Rosa Lûksemborg, Clara Zetkîn, Sakîne Cansiz, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan û bi hezaran jinên din di dîroka azadiya jin de bûn efsane û pêşengên vê têkoşîna azadiyê ku di sedsala 21. de gihiştiye lûtkeyê.

Jinên Kurd di vê pêvajoya têkoşîna rizgariya jin de ji ezmûnên dîrokî yê têkoşîna jin her tim sûd girt û bi xwe rêxistin kirin, di her qadê de her tim li hemberî desthilatdarî û zihniyeta zayendîparêz ya pergalê serî rakir û ji bo nasnameya xwe bi zanista xwe bûn tevgeriya. Jina kurd di nava têkoşîna azadiya netewa xwe de jî her tim têkoşîna zayendî esas girt û bi vê zanista ku ‘’şoreşa ku jin tê de azad nebe ew ne şoreşe’’ tevgeriya û têdikoşe. Ger di vê dema dîrokî ku mirovahî tê de derbas dibe gelê kurd û berxwedaniya bê mînak ya wan li hemberê çeteyên DAIŞ’ê bûye efsane, ev yek bi rihê berxwedêr û pêşengtiya bêwêne ya jin ve elaqedare. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê qehremanên weke Arîn Mîrkan û Eseran dîroka têkoşîna dij bi dijminên jin û mirovahiyê de rûpeleke nûh bi navê jinan nivîsîn. Li Rojhilata Navîn jinên Kurd bi berxwedanî û têkoşîna xwe ya azadiyê hîviyeke mezin ji bo hemû jinan û mirovahiyê ji bo gihiştina heqîqet, azadî û demokrasiyê afirand. Jinên kurd bi vi şêwazî û rihî, 8’ê Adarê pêşwazî dikin û bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê yê her rojê bikin roja jin û roja azadiya mirovahiyê. Azadiya jinê ku temînata azadiya civaka azad û însaniyetêye, ji bo me jinan yek ji sedemên têkoşînê ye. Jina ku temsîla jiyan, azadî û wekheviyê dike; bi xwedî derketina ji vê rista xwe ya dîrokî  yê hemû cûre desthilatdarî û bêdadiya li cîhana mirovahiyê ser xweza, civak û gelan û cûdahiyan tê ferz kirin hilweşîne û azadiyê ji mirovan re pêşkêş bike. Tenê rêya rizgariya mirovahiyê ji van tengaviyên civakî, siyasî, aborî, çandî bi azadiya jin û gûgertina zihniyeta zayendîparêz re yê misoger bibe.

Beşdarî û têkoşîna jinan di sala 2015 de pêwîste ku bingehê asta dawîkirina çanda tecawiz û qirkirina jin û jiyanê. Ger her jinek bi şîara ‘’Em bi Rihê Jina şi Kobanê li ber xwe dide Jiyanê Azad Bikin’’ tevbigere, wê demê hemû cure bêdadî û mîrasê zihniyeta zayendîparêz ku her roj jiyana mirovahiyê qetil dike yê nikare hebûna xwe bidomîne. Em bang li hemû jinan dikin ku di vê rojê û her kêliya jiyana xwe de ji bo bi dawîkirina kuştina jiyanê, li hemberê her cûre zihniyeta ku jin ber bi sêdare, kuştin û tecawizê dibe bi rihê hevgirtî yê jin vê şerma mirovahiyê mehkûm bikin û eman neden ku ev zihniyet jin û jiyanê qetil bike.

BANGAWAZÎ

‌Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe bang li tevayî jinan kir û got, “Em weke KJAR bang li jinên Kurd, Belûç, Azerî û Fars û her jineke Îranî dikin ku ji bo bi dawîkirina çanda sêdare, esîd avêtin, sîxe û siyaseta li girtîgehan li hemberê jinan tê meşandin, di roja 8’ê adarê de xwedî ji ked û bedelê jinên qehremanên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine derkevin û di qada têkoşînê de bibin dengê Reyhane Cebarî, Şîrîn Elemhûlî, Şeyda û Sûreyayan tol ji vê zîhniyet û qatilên jinan û jiyanê bigrin.

Em careke din roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Biryardariya xwe ya serxistina têkoşîna Rizgariya jin û Jiyanê û cihaneke azad û demokratîk dubare dikin.”