JIN
Hemû Nûçe
-
Li Akçadag jina bi navê Fîdan Kaya hat qetilkirin
Hat ragihandin ku li Akçadag a Meletî jina ciwan a bi navê Fîdan Kaya piştî hat qetilkirin, hatiye şewitandin û ew avêtine eraziyeke vala. -
Hat îdîakirin ku li Çinarê jinekê dawî li jiyana xwe aniye
Hat îdîakirin ku li navçeya Amed Çinarê, jinekê dawî li jiyana xwe aniye. -
KJA: Ev biryar nayê qebûlkirin
Li Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên li hemberî biryara dadgehê ya ku destavêtin û destdirêjiya leşkerên Tirk mafdar nîşan dide, zêde dibin. -
Jinên li Brîtanyayê di bin banê HDP’ê de kom bûn
Jinên li Brîtanya di bin banê HDP’ê de kom bûn, civîneke çapemeniyê li dar xistin û çima HDP’ê tercîh dikin aşkera kirin. Di civînê de bang li jinan hat kirin ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê. -
‘Li dijî şîdetê xwedîderketina li jinan, encama têkoşîna jinan e’
Li Wanê hefteya buhrî piştî kesê li kolanê hevsera xwe gulebaran kir civakê xwest wî ceza bike, têkildarî mijarê aktîvîstên jin nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser bandorên têkoşîna azadiya Kurd a di nav civakê de afirandiye. -
Meclîsa Jinan a Sara ya Bonnê 3. Konferansa Asayî pêk anî
Meclîsa Jinan a Sara ya Bonnê 3. Konferansa Asayî pêk anî. Li ser navê TJKE Guneş axivî û diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd ji cîhanê re bûye mînak û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û têkoşîna hevbeş. -
Tecawizkar bi hevkariya STE û darazê bê ceza hatin hiştin
Du caran rastî tecawizê hat, nekarî xwe lê rabigire û întixar kir, lê dîsa jî daraz û Saziya Tipa Edlî îqna nekir. -
4 meclîsên jinan kongreyên xwe pêk anîn
Meclîsa Jinan a Viyan a bajarê Kolnê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a bajarê Hamburgê, Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz a bajarê Hollanda Arnhemê û Meclîsa Jinan a Amara ya paytexta Swêd Stockholmê kongreyên xwe pêk anîn. -
Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 2’yemîn konferansa xwe pêk anî
Rêxistina Jinan a PYD’ê ya Ewropayê 2’yemîn konferansa xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Ebdullah bi rêya telefonê tevlî konferansê bû -
Cenazeyên du jinên li Hezexê hatin qetilkirin hatin definkirin
Cenazeyên du jinên li gundê Xelanî yê girêdayî Hezexa Şirnexê ji ber pevçûna nelihevkirina li ser zeviyan rû da jiyana xwe ji dest dan li goristana gund hatin veşartin. -
'Li hember daraza mêr em ê li kolanan têbikoşin'
Koma li hember Cinayetên li dijî Jinan Tedbîra Lezgîn, li hember biryara doza têkildarî Nevîn Yildirim a Nurettîn Gîder kuşt nerazîbûn nîşan da. -
Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 5. lidar xist
Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Hollanda Den Haagê, kongreya xwe ya 5. bi beşdara hejmareke zêde ya delegeyan pêk anî. -
KJA: Em qetilkirina du jinan lanet dikin
KJA, qetilkirina du jinên li Hezexê di pevçûna ji ber zeviyan lanet kir. -
Jinan cezayê ragirtina heta bi hetayê yê li Yildirim hat birîn protesto kirin
Hewldana Platforma Jinê ya Şirnexê, cezayê ragirtina heta bi hetayê yê li Nevîn Yildirim hat birîn protesto kirin. Yildirim, zilamê ku bi zora çekê tecawizî wê kir, kuştibû. -
Îdîaya li Erziromê jina 60 salî xwe kuşt
Hate îdîakirin ku li navçeya Qereyazi ya Erziromê jina bi navê Porsor Acar (60) xwe kuştiye. -
Tabloya tundiyê ya wezaretê jî bi xof e
Lêkolîna ku wezaretê kiriye, tabloya ku tundiya li dijî jinê zêde bûye danî holê û jinên ku rastî tundiyê tên jî, li dijî tundiyê bi tena serê xwe têdikoşin. -
N.S. hat veşartin
Cenazeyê N.S. a di 16 saliya xwe de hat zewicandin û tê îdîakirin ku ji ber şîdeta dîtiye "dawî li jiyana xwe aniye" hat veşartin. -
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jinan vê hefteyê jî çalakiya edaletê lidar xistin. -
Li Freîbûrg komuna jinan a Nûda hat avakirin
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dijîn damezrandina Komuna Jinan a Nûda îlan kirin. -
Jina hewl da jiyana xwe xilas bike ji katê 5. xwe avêt, jiyana xwe ji dest da
Li avahiyek ser rêya Hatboyu ya Rezanê tup teqiyaye û welatiya bi navê Şukran Tîmrutaş ji tirsan ji xwe ji katê 5. a şaneşînê de avêtiye û jiyana xwe ji dest daye. -
Yekîtiya Star li Kobanê dest bi xebatan kir
Bi dehan endamên rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Kobanê bi armanca jinûve aktîfkirina navend û meclîsên jinan ên li taxên bajar, li navenda xwe civiyan. -
Jin bi Mala Tenûrê tevlî hilberînê dibin
Li Mala Tenûrê (Tenûrxane) ya Taxa Hasirli ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, salane hezar û 719 jinî jê fêdeyê digirin. -
Komuna Şehîd Arîn Mîrxan ava bû
Li herêma Weil-am Rheim a bajarê Swîsre Baselê, komuna jinan ava bû. -
Jinan darbesta Ferhunde danîn ser milan
Jinan li hemberî hemû gefan cenazeyê jina bi navê Ferhunde ya Efgan ku li kolanên paytext Kabîlê lînc kirin û paşê agir berdan cenazeyê wê hilgirtin û spartin axê. -
Li Lûzern Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan hat damezrandin
Komuna Jinan a Arîn Mîrxan a Lûzern 2. kongreya xwe pêk anî û biryara meclîsbûnê da.